Merz bang li YE’yê kir ku ‘bi lez’ li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz şeş rojan beriya dîroka ji aliyê Donald Trump ve hatî diyarkirin daxuyaniyek da û bang li YE’yê kir ku li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê ya ‘’bi lez û hêsan’’ îmze bike û pêşanî da hin ‘’sektorên pir girîng.’’

Merz di daxuyaniya xwe ya li Berlînê de got: ‘’A niha hewce ye em bi lez bi Dewleyên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re encamekê bi dest bixin. Li şûna hevdîtinên dirêj û tevlihev ku wê mehan berdewam bikin, çareseriyeke bi lez û hêsan baştir e.’’

Komîserê Bazirganiya Ewropayê Maros Sefcovîc ji bo ku li ser navê 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li gel DYE’yê peymaneke bazirganiyê îmze bike, çûye Washingtonê.

Ger heya 9’ê Tîrmehê lihevkirinek pêk neyê dibe ku Serokê DYE’yê baca hawirdeyên YE’yê derxîne ji sedî 20’î û her wiha dibe ku derxîne ji sedî 50’yî jî ku ev yek di meha Gulanê de anîbû ziman.

Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz jî ji bo pêkhatina lihevkirineke ‘’hêsan’’ bang kir.

Her wiha ger lihevkirinek pêk neyê zêdekirina bacên hawirdeyê wê herî zêde bandorê li Elmanyayê bike.  Li gorî Merz li şûna hevdîtinên dirêj û tevlihev ku wê mehan berdewam bikin, çareseriyeke bi lez û hêsan baştir e.

MERZ DIXWAZE DILÊ ŞÎRKETAN RIHET BIKE

Merz di axaftineke xwe de got: ‘’A niha divê em bi lez li gel DYE’yê encamekê bi dest bixin. Bi vî awayî dibe ku şîrketên me xwe ji bacên gumrikê yên zêde yên hawirdeya ji bo DYE’yê rizgar bikin.’’

Her wiha polîtîkaya bacên gumrikê yek ji rojeva sereke ya Serokê DYE’yê Donald Trump e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîsyona Ewropayê vê hefteyê dabû zanîn ku Komîserê Bazirganiya Ewropayê Maros Sefcovîc wê li Washingtonê bi Nûnerê Bazirganiya DYE’yê Jamieson Greer û Wezîrê Bazirganiyê Howard Lutnick re hevdîtinan pêk bîne.