Germahiya li Şanghayê rekora xwe ya sala 1873’an derbas kir

Li Şanghayê ku bajarê herî qelebalix ê Çînê ye germahiya hewayê gihîşt 40,9 pileyî û rekora xwe ya sala 1873’an derbas kir.

Di van rojên dawî de çend deverên Çînê bi germa zêde re rû bi rû maye. Di dema ku rayedaran ji bo germa zêde hişyarî dan, germahiya hewayê li hin herêman derket 42 pileyî. Li gorî çapemeniya herêmî kesên ji ber germê jyana xwe ji dest danî jî hene.

Germahiya zêde di nîvê havînê de li Çînê ne asayî ye. Havînên li Şanghayê bi giştî germ in, lê kêm caran germahî zêde dibe. Vê Çarşemê germahiya hewayê gihîşt 40,9 pileyî û ji rekora ku di sala 1873’an de hatî tomar kirin derbas kir.

Ji ber germê klîma jî bi hemû leza xwe dixebitin. Vê rewşê li gelek herêman xerckirina elektrîkê gihand asta rekorê.

Rayedaran her wiha di derbarê encamên muhtemel ên çandiniyê hişyarî dan û tekez kirin ku germahiya bilind ji bo berhevkirina birinc, misir, pembû û berhemên din ‘ne destdayî ye’.