CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Bi hezaran kes ji bo jîngeh û xwezayê li Dersimê meşiyan
Ji bo derketina xwedî li ekosîstem û jîngehê, li Dersimê mîtîng hat lidarxistin û peyama “berxwedana bi rêxistinî” hate dayîn. -
Li Çewlikê daristan tên qirkirin
Bi projeyên rantê yên AKP û MHP’ê re li Çewlikê daristan tên qirkirin. Li gundê Liçikê yê Kanîreşa Çewlikê pênc meh in dar tên birîn. -
Şaredariya Çewlikê ya AKP'î çavkaniya nexweşiyê ye
Şaredariya Çewlikê ya AKP'ê li hin gundên ser bi navendê ve di sala 2013'an de bi îdîaya "hilberîna enerjiyê ya dostê hawirdorê' projeyek xiste meriyetê. Lê belê proje sedema nexweşiyê ye û gefê li hawirdorê dixwe. -
Li Wanê buhayê êm û ka gelekî zêde bûye
Di vê demê de ku krîza aboriyê giran bûye, cotkarên karê sewalkariyê dikin, di nava şert û mercên zehmet de li Wanê xwe ji bo zivistanê amade dikin. Cotkar ji ber zêdebûna buhayê êm û ka zor û zehmetiyan dikişînin. -
Di deh salên dawî de zêdeyî 1.700 hawirdorparêz hatin kuştin
Li gorî rapora Global Witnessê, di nava deh salên dawî de zêdeyî 1.700 aktîvîstên hawirdorparêz hatin qetilkirin. Ev yek tê wê wateyê ku rojane hema bêje aktîvîstek tê kuştin. -
Li Queenslandê projeyeke mezin a depokirina enerjiya hîdroelektrîkê
Eyaleta Queenslandê ya li rojhilatê Awûstralyayê, planê xwe yê avakirina pergala depokirina enerjiya hîdroelektrîkê ya bi pompe ya herî mezin a cîhanê eşkere kir. -
Metirsî li ser nîvê cûreyên dara palmiyeyê heye
Li gorî lêkolînekê metirsiya tunebûnê li ser zêdeyî hezar cûreyên dara palmiyeyê heye. -
Li herêmê xweza tê qirkirin
Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir li Kurdistanê hemû benav, maden, rê, dîwar û her tişt bi hinceta ‘ewlekariyê’ tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku hemû jî bêhiqûqî ne. -
Di çalakiyên kûrewî de banga ‘tezmîneta avûhewa û edaletê‘
Fridays for Future, bi grevên ku nêzîkê li 450 deran li dar xistin de, daxwaza dayîna berdêla zerara ji ber germbûna cîhanê ji welatên dewlemend kir. -
Wezareta Tirk fermana kuştina Pezkoviyên Wanê da
Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirk ji bo kuştina pezkoviyan a li navçeya Payîzavayê îhale da destpêkirin. Her kesê ku 30 hezar TL bide wezaretê wê karibe pezkoviyan bikuje. -
Tirkiye bûye sergoya nû ya YE‘yê, metirsî li ser tenduristî û jîngehê heye
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) li Tirkiyeya ku piştî qedexeya ku ji aliyê Çînê ve hatiye sepandin, bûye sergoya nû ya Yekîtiya Ewropayê; bandorên vezîvirandina plastîkê ya li ser tenduristî û jîngehê lêkolîn kir. -
Li cîhanê ji her çar saniye carekê yek ji birçînan jiyana xwe ji dest dide
Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku ji her saniye carekê yek ji birçînan jiyana xwe ji dest dide û bang li rêvebirên cîhanê kirin ku ji bo rawestandina qeyrana birçîbûnê ya cîhanî bikevin nava liv û tevgerê. -
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Heta ku talan biqede wê têkoşîna me bidome!
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kir qadên jiyanê yên gelê Kurd dibe hedef û got “Heta ku talan û mêtingerî biqede wê têkoşîna me bidome.” -
Li Hollandayê metirsiya şewba çûkan
Li Hollandayê şewba çûkan a ku bi tu awayî nayê rawestandin, di nava cotkaran de dibe sedema zêdebûna fikarê. -
Li Çanakkaleyê çalakiya piştevaniya bi meşvanên Cûdî re hat lidarxistin
Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê ji bo piştevaniya bi Meşa Cûdî re daxuyaniyek da û got: “Em ê ji Kazdaglarê ber bi Cûdiyê ve, li dijî polîtîkayên şer li ber xwe bidin.” -
Sonmez: Li dijî talankirina xwezayê em berê xwe bidin Cûdî
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nacî Sonmez ji bo meşa ber bi Cûdî ve banga tevlîbûnê kir û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî talankirina xwezayê têkoşîneke hevgirtî ye. -
Talana li Wan û Colemêrgê taleneke xeternak e
Rêxistinên hawirdorê yên li Colemêrg û Wanê gotin ku asta xerakirin û qirêjkirina jîngehê ji bo rantê gelek xeternak e. -
Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê ji bo Meşa Cûdiyê bang kir
Komîteya Ekolojiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo meşa ku li dijî qirkirina xwezayê ya wê 17’ê Îlonê li Cûdiyê bê lidarxistin banga “bibin tofan û biherikin” li her kesê kir. -
Gola Ûrmiyê: Qurbanê talangeriyê
Di encama polîtîkayên talangeriyê yên dewleta Îranê gola Ûrmiyê bi zuwabûna temamî re rû bi rû ye. -
Li dijî şer û talankirina xwezayê banga tevlêbûna meşa Cûdiyê hat kirin
Saziyên bertek nîşanê hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk dan û bang li hemû derdorên hestyar kirin ku ji bo hilweşandina li Cûdiyê 17’ê Îlonê bi hev re biçin Cizîrê. -
Îsal wek havîna herî germ a li Ewropayê hat tomarkirin
Li gor Copernîcûsa servîsa Ewropayê ku guherîna av û hewayê raçav dike, havîna sala 2022’yan bûye havîna herî germ a li Ewropayê. -
Ji NY’ê ji bo Somalî hişiyariya dawî
Li Somalî, ji ber ziwatiya ku hîn jî dewam dike heta niha hezaran kes ji gundên xwe derkertine û penaber bûne. Ofîsa Alîkariya Lezgîn a NY‘ê ya li Somalî (OCHA) diyar kir ku birçîbûn li ber deriye û hişiyariya dawî kir. -
Tevgera Ekolojiyê ji bo tevlêbûna Meşa Cûdî ya di 17'ê Îlonê de bang kir
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talana ekolojiyê banga tevlîbûna Meşa Cûdî ya 17'ê Îlonê li gelan kir û peyama “Em ê li dijî mêtingeriyê û talana ekolojiyê dengê xwe bilind bikin” da. -
Mirovê herî dawî yê qebîleya Amazonê ya dûrî ji mirovahiya heyî, jiyana xwe ji dest da
Mêr ê xwecihî herî kêm 26 sal bû bi tenê dima û hemû hewldanên ji bo têkilîdanînê red dikir. -
Nîvê saziyên tendirustiyê ji berhemên hîjyenê yên bingehîn bêpar in
NY‘ê diyar kir ku nîvê saziyên tendirustiyê yên li cîhanê ji berhemên hîjyenê yên bingehîn bêpar in û hişyarî kir ku 4 milyar kes rû bi rûyê rîska enfeksiyona zêde ne.