Germahiya li Behra Spî ji ekosîsteman re xeterî ye

Germahiya zêde rê li ber germ bûyîna ava behrê jî vedike, li Behra Spî li hin cihan germahî gihîşt 30 pileyan.

Germahiya zêde rê li ber germ bûyîna ava behrê jî vedike, li Behra Spî li hin cihan germahî gihîşt 30 pileyan. Zanyaran bal kişand li ser germahiya li Behra Spî û hişyar kir ku germahiya li ber zêdetirbûyînê ye ji ekosîstema behran re xetere ye.

Hat ragihandin ku peravên Girava Korsîka ya Fransayê jî di nav de, li hin derên Behra Spî pileya germahiyê digihîje 30’î. Ji sala 1982’yan heta bi niha du car in ku behra avê ewqas germ dibe.

Zanyar, ji germ bûyîna zêde ya ava behrê bi fikar in. Navenda Lêkolînên Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Fransayê (CNRM), ragihand ku wisa xuya ye ku gêrmahî hêj zêdetir bibe.

Lêkolînerê CNRM’ê Samuel Somot ji saziya çapemeniyê RTS’yê ya Swîsreyê re axivî û got: “Zêdebûyîna germahiya avê li Behra Spî li ber çavan e.“

Li gor RTS’ê, li Korsîkayê ji bo nirxandina bandora vê pêla hewayê germ a li ser ekosîstemên behrê yên herêmê divê mirov li hêviya vekolîna biyologên dawiya havînê bimîne.

Zanyar destnîşan dikin ku germ bûyîna avên li Behra Spî, ji niha ve li hin ekosîstemên behrê bandorê dike.

Samuel Somot derbirî ku germahiya di ava behran de wê di binê zerya û ser tehtan de rê li ber mirina bi komî vebike û pêlên germ ên hewayî, wê bibe sedema koçberiyên nuh ên pê ekosistem ji nû ve sererast bibin û lewma wê bandorê curbicuriya biyolojîk bike.

Li gor lêkolînê, di pêşerojê de tiştek neguhere, pêlên germ ên hewayê her sal dibe ku heta bi çar mehan dewam bike.