Li Spanyayê ji ber germa zêde hişyarî hate kirin

Li Spanyayê ji ber germa zêde banga tevdîrê û hişyarî hate kirin.

Saziya meteorolojiyê ya neteweyî diyar dike ku wê germahî bibe 44 derece.

Li Endulus a li başûr, li Extremadûra ya li başûrê rojava û li Galîçyayê ya li bakurê rojava rewşa lezgîn hate ragihandin. Di heman demê de li hemû herêmên li giravên Kanaryayê jî banga rewşa lezgîn hate kirin.

Di Tebaxa 2021’an de li Montoroyê germahî bûbû 47,4 derece.

Ji ber germahiya zêde rîska şewata daristanê jî zêde dibe. Heta niha li herêmên Extremadûra, Kastîlya û Leonê herî kêm 3500 hektar şewitiye.

Li bakurê rojavayê Madrîdê jî nêzî 500 kes ji herêmê hatine derxistin.

Bi germahiya zêde re ji zivistanê û vir ve baran jî zêde nebariyaye. Roja Çarşemê rêjeya rezervên avê daket ji sedî 44,4. Di deh salên dawîn de, ev rêje derdora ji sedî 65,7’an bû.