Piraniya serweta Belçîkayê di destê komek dewlemendan de ye

Li gorî daneyên Banka Navendî ya Belçîkayê (BNB) ya sala 2024’an, ji sedî 10 dewlemedên welat, xwediyê serweta ji sedî 55 in.

Raporên ser aboriyê nîşan didin ku bi taybet li borse û fonên veberhênanê, bi rêjeyek bilind danûstandin pêk tên. Li gor tabloya 2024’an ji sedî 10 dewlemend, di borsayê de ji sedî 80 hîsse û di fonên veberhênanê de jî ji sedî 76 hîsse dest xistine.

Her çiqas ev tablo li gor 2014’an daketî diyar bike jî, hin jî piraniya hîsseyan di destê dewlemendên mezin de ne.

Dewlemendiya Belçîkayê li gor dewlemendiya Evropayê kêmzêde tabloyeke hevseng nîşan dide.

Li seranserê Ewropayê ji sedî 10 dewlemed, xwediyê serweta ji sedî 57,3 a welatê xwe ne. Li Belçîkayê ev yek ji sedî 55 e. Her wiha li Belçîkayê li gor nifûsê ji her serê kesekê 291.641 euro dikeve û ev li gor seranserê YE’yê gelek zêde ye.

Saziya Gînî ku li Belçîkayê çavdêriya newekheviya dahatûyê dike diyar kir ku ji sedî 68 dahatûyek newekhev heye. Her çiqas ev rêje di bin tabloya YE’yê de ku ji sedî 72 ye, hêjî di aliyê dahatûya newekheviyê de bê adaletiyek mezin heye. Hemû tablo nîşan dide ku serweta dewlemendan her diçe zêde dibe.