DFG: Êrîşa li ser LeManê provaya komkujiyê ye

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) derbarê êrîşa li ser kovara mîzahê LeMan û girtina xebatkarên wê de daxuyanî da û diyar kir ku êrîş "provaya ji bo komkujiyê" ye.

DFG’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ji ber ku LeMan karîkaturek xêz kiriye li ser medyaya civakî bûye hedef, piştre jî komeke "paşverû" êrîşî avahiya wê kirin û wiha hat gotin: "Beriya salvegera 32’emîn a Komkujiya Madimakê êrîşeke bi vî rengî, provaya komkujiyê ye.” 

DFG’ê daxuyand ku diviya bû wezaretên Edaletê û Karên Hundirîn pêşî li êrîşan bigirin, berevajî vê yekê bi lêpirsîn û girtinan bingeha êrîşan amade kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bilî binçavkirin û girtina xebatkarên LeManê, lêpirsînek darayî jî li dijî kovarê hatiye vekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên desthilatê yên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê bûne sîstematîk û wiha domand: "Êrîşa li ser LeMan ji têgihîştina dijminane ya li dijî mîzah, azadiya îfadeyê û azadiya çapemeniyê serbixwe nîne. Weke Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê, em ê li dijî van êrîşan li kêleka LeMan û azadiya îfade û çapemeniyê bisekinin. Em ê li dijî paşverûtiyê têkoşîna hevbeş bimeşînin û civakek çapemeniyek azad û demokratîk ava bikin."