KCK: Divê em li ber qirkirina ekolojîk rabin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê diyar kir ku her devera Kurdistanê ya ku qirkirina ekolojîk lê tê kirin divê veguhere çepera têkoşînê.

TÊKOŞÎNA EKOLOJÎK

Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê ragihand ku qirkirina ekolojîk a giran ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê tê kirin, dewama îmhaya çandî û fîzîkî ye ku bi stratejiyeke şer li ser gelê Kurd tê ferzkirin. KCK'ê diyar kir ku bi qirkirina ekolojîk dixwazin Kurdistanê vala bikin û nifûsa wê biguherînin.

5'ê Hezîranê Roja Ekolojiyê ya Cîhanê di sala 1972'an de hate ragihandin. Ji bo girîngîdayina li ekolojiyê hate ragihandin, lê belê di nava 52 salên derbasbûyî de ekolojî bû ew qad ku timî hate ser ziman lê xisareke giran lê bû. Her ku metirsiya li ser mirovahiyê û ekolojiyê mezin bû, qirkirina ekolojîk jî zêde bû. Li şûna ku li hemberî krîza ekolojîk gav bê avêtin, bingeh ji felaketa ekolojîk re hate amadekirin. Sozên ku heta niha di konferansên avhewayê de hatin dayin bi cih nehatin anîn. Komîteya Ekolojiyê ya KCK'ê bi wesîleya Roja Ekolojiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir, hêzên serwer ên kapîtalîst bi gelek kiryarên li dijî ekolojiyê gef li paşerojê xwarin û felaketên nû afirandin. Komîteyê ragihand, ji bo berjewendiyên hindikahiya ji sedî yek ê nifûsa Cîhanê, bi talaneke mezin nirxên pîroz ên mirovahiyê û ekosîstem hate tinekirin, rekorên germahiyê yên her sal têne şikandin û felaketên avhewayê di mijara encam û asta vê hovîtiyê de hişyariyê didin.

QIRKIRINA EKOLOJÎK WEKE ÇEKEKÊ TÊ BIKARANÎN

Komîteyê destnîşan kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina ekolojîk a ku bi destê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve tê kirin weke amûrek ji polîtîkaya mîlîtarîst û faşîst tê bikaranîn û diyar kir, ji Efrînê heta bi Behdînanê, ji Botanê heta bi Serhed û Rojhilat komkujiyên ekolojîk ên li seranserê cografya Kurdistanê belav bûne weke dewama îmhaya çandî û fîzîkî ji bo qirkirina civakê tê meşandin ku bi stratejiyeke şer li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Di dewama daxuyaniya KCK'ê de hate gotin, "Gundên Kurdistanê yên ku beriya niha hatin valakirin îro di binê ava bendavan de têne hiştin. Bi talankirina daristanan, bi dehan bendavan, bi hezaran kanên madenê, santralên enerjiyê, polîtîkayên ekoqirkirinê yên li dijî çandiniyê derfetên jiyanê têne tinekirin û xizanî û bêmirovhiştin tê ferzkirin. Tê xwestin, cografya Kurdistanê ya mîna bihuştê ku gelê Kurd li hemberî her cûre êrişan xwe lê digire, vala bikin û demografiya wê biguherînin. Ev qirkirina ku bi navê ewlekariyê dixwazin rewa bikin, ne tenê li ser Kurdistanê û gelê Kurd, di heman demê de bi şer, bê av hiştin û encamên xwe gefê li hemû gelên herêmê dixwe. Dewleta Tirk di planên xwe yên emperyal û faşîzan ên hilweşîner de qirkirina ekolojîk weke çekekê bi kar tîne.

YEKPAREBÛNA COGRAFÎ YA KURDISTANÊ TÊ TINEKIRIN

Xwezaya Kurdistanê ji berê ve mexdûrê şerê îmha, komkujî û dijminatiya li gelê Kurd e, lê belê di dîrokê de mîna vê demê ti carî li qirkirineke ewçend giran rast nehatiye. Lewma Kurdistanê ti serdemê bi gelê Kurd re di vê astê de heman çarenûs parve nekiribû. Çiya, ax û xwezaya Kurdistanê ku li hemberî her cûre êrişan gelê Kurd hembêz kir û parast, niha bi îmhayê re rû bi rû ye. Mîna gelê Kurd xwezaya wê jî weke dijmin tê dîtin û tê qirkirin. Bi armancên faşîst û qirker, bi qirkirina ekolojîk bajarên Kurdistanê têne dorpêçkirin û yekparebûna cografî tê tinekirin. Bi bendavên ku cografya Kurdistanê parçe dikin, ji Rihayê heta bi Botan û Serhedê bi Santralên Enerjiyê yên Rojê (GES), bi herêmên nû yên lêgerîna li petrolê, bi polîtîkayên dijberiya çandiniyê, madenkarî, talankirina daristanan, bi şerê giran, operasyonên leşkerî û bi bombardûmana bênavber Kurdistan di bin êrişên giran ên dagirkeriyê de ye.

JI BO GELÊ KURD JI KOKÊ QUT BIKIN

Qirkirina ekolojîk di heman demê de êrişek li ser paradîgmaya ekolojîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Hêzên dagirker ên ku çav berdane azadiya me, zimanê me, çanda me û hemû nirxên me yên manewî, cografya Kurdistanê ya ku me heta niha xwe lê girtine bi projeyên talankirina ekolojîk dorpêç dikin, dixwazin gelê Kurd ji kokê qut bikin, xaka ku em lê dijîn bikin ku jiyan lê nebe. Çav berdane hemû nirxên welatê me ku warê bi hezaran salan ê qedîm e. Mîna ku li Rojava dikin; dar û genim ku çavkaniya debarê ya gel e tine dikin, dest datînin ser avê. Li Bakur û Başûr û Rojhilat bi destê leşkerên Tirk bi milyonan dar têne birîn û şewitandin.

QIRKIRINA EKOLOJÎK BI ROJÊN SEMBOLÎK NIKARE BÊ RAWESTANDIN

Li hemberî vê rewşê, mîna li tevahiya cîhanê ji bo Kurdistanê jî rojeke me weke Roja Ekolojîk nîne ku bê pîrozkirin. Berevajî vê yekê em di demeke welê de ne ku li hemberî komkujiyên giran ên qirkirina ekolojîk, feryada xwezayê û felaketê divê em biêşin, lêpirsîn bikin û bikevin nava liv û tevgerê. Krîza ekolojîk ne pirsgirêkeke welê ye ku bi rojên sembolîk bê çareserkirin. Qirkirina ekolojîk a ku tê kirin ferz dike ku her roj bibe roja ekolojiyê, vegera li jiyana ekolojîk. Têkoşîna ekolojîk ne ew têkoşîn e ku tenê bi rêxistinên ekolojiyê bê meşandin, têkoşîna her kesî ye. Ya ku vê qirkirinê rawestîn e têkoşîneke ekolojîk a girseyî, rêxistinî û civakî ye ku li her devera cîhanê bê meşandin.

CIHÊN QIRKIRINÊ DIVÊ BIBIN ÇEPERÊN TÊKOŞÎNÊ

Mîna ku Rêber Apo dibêje, qirkirina ekolojîk hinceteke raperînê ye, têkoşîna ekolojîk welatparêziya herî xurt e. Wezîfeya me ya herî mezin a wijdanî û mirovî ye ku em guh bidin vê feryada xwezayê û bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo vê jî her qada ku daristanên me têne birîn, zeviyên me, ava me tê talankirin, her qada ku bendav, santralên enerjiyê û maden têne avakirin divê weke qadeke têkoşînê, çepereke berxwedanê bê dîtin ku em mafê xwe yê jiyanê lê biparêzin. Her gava ku em ji bo têkoşîna ekolojîk biavêjin, her dareke ku em biçînin, her çalakiyeke mez çepereke jiyanê ye. Mîna li Akbelen û Colemêrgê, çalakiyên li dijî madenên ku jehrê didin jiyanê divê zêde bibin. Her devera Kurdistanê ya ku qirkirina ekolojîk lê tê kirin divê veguhere çepera têkoşînê. Li hemberî yên ku dest datînin ser av, xak, rabirdû, bendav, zozan û çiyayên me divê em bikevin nava liv û tevgerê.

BERPIRSYARIYÊN ME HENE

Li pêşberî xwezayê ku bi milyonan salî cîhan amade kir û dayiktî ji me re kir, li pêşberî dîrokê, li pêşberî nifşê paşerojê berpirsyariyên me hene. Li xaka Kurdistanê ku şoreşa çandiniyê lê hate kirin, li pêşberî wan mirovên ev nirx afirandin, li pêşberî gelan hemûyan berpirsyariya me heye. Li pêşberî Heskîfê ya ku bi bêdengiyê me ew di binê avê de hişt, li pêşberî azadiyê ya ku bi bendavan hate dîlgirtin, li pêşberî çemên me yên berhemdar ên hatin dizîn, li pêşberî daristanên hatin talankirin, xwezaya hate desteserkirin, xak û tovan berpirsyariya me heye.

DIVÊ BIBE SEDSALA TÊKOŞÎNÊ YA EKOLOJÎK

Hêzên modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk dixwazin sedsala 21'ê veguherînin serdema Şerê Cîhanê yê 3'yemîn, qirkirina ekolojîk mezin bikin, cîhanê veguherînin dojehê. Divê destûr neyê dayin ku van armancên xwe yên tarî û faşîzan bi cih bînin. Yekane rêya ku felaketa ekolojîk rawestîne têkoşîna topyekûn e. Ji ber vê yekê serdema 21'ê bi qasî ku serdema azadiya jinê ye, divê weke serdema têkoşîna ekolojîk bê meşandin. Çawa ku azadiya jinê nikare radestî hêzên serwer bê kirin, ekolojîk jî nikare radestî wan hêzan bê kirin. Lewma li her devera cîhanê ev yek berpirsyariyê dide hemû gelan, dide me hemûyan. Ji bo têkoşîna ekolojîk beriya her tiştî divê jin û ciwan bikevin nava liv û tevgerê ku hêza pêşeng a civakê ne. Hemû beşên civakê divê xwe bi rêxistin bikin û bikevin nava hewldanan. Cotkar, karker, gundî, koçber, bêkar û her kesên ji xwezayê hatine qutkirin û neçar hatine hiştin ku li bajaran bijîn divê bibin yek. Her kesên ku gund, av, zevî, dar, hewa ya cîhanê û Kurdistanê diparêzin, her kesên ku dixwazin bijîn, hawirdorparêz divê bibin yek. Ekolojiya civakî ya ku alternatîfê pêşkêşî vê qirkirinê dike, tenê bi têkoşîna girseyî, rêxistinî û civakî dikare pêk were. Dayika me ya xwezayê ku bi hezaran salî mirovahî xwedî kir, ji bo jiyanê û parastina mirovahiyê li benda me ye, li benda têkoşîna me ye. Ji bo paşerojeke azad em têkoşîna ekolojîk mezin bikin! Ne rojekê em her rojê bikin roja ekolojiyê, jiyana ekolojîk ava bikin!"