Li Ewropayê germahî zêde bû, agir bi daristanê dikeve

Li gelek welatên Ewropayê germahiya zêde û şewata daristanan didome.

Li başûrê rojavayê Fransayê ji bo roja Sêşemê û vir ve, nêzî 7 hezar dekar daristan şewitî.

Nêzî hezar xebatkar ji bo tefandina agir dixebitin û ji ber heta niha 10 hezar kes ji derdora qada şewatê hatine derxistin.

Li Portekîzê jî nêzî du hezar xebatkarên tefandina agir ji bo tefandina şewata li bakurê welat dest bi xebatan kirin.

Li gorî Parastina Sivîlan ji ber vê şewatê kesek miriye û nêzî 60 kes jî birîndar bûne.

Li Portekîzê ji serê sala 2022’an û heta niha nêzî 30 hezar hektar daristan şewitî.

Li herêma Extremadûra ya di navbera Îspanya û Portekîzê jî ji serê hefteyê û heta niha bi hezaran hektar daristan şewitî.

Li Îspanyayê tê payîn germahî bibe 44 derece. Roja Pêncşemê li navenda welat germahî derket heta 45.4 dereceyan.

Li Portekîzê jî germahî derket heta 47 dereceyan.

Kraliyeta Yekgirtî xwe ji germahiya zêde amade dike. Servîsa meteorolojiyê diyar dike wê rekora 38,7 derece ya di sala 2019’an de were derbaskirin.

Li Îrlandayê jî roja Duşemê germahî derket heta 32 dereceyan. Herî dawîn di sala 1877’an de germahî derketibû 33,7 dereceyan.