300 parêzer wê ji bo darên Şirnexê bikevin nav hewldanê

Li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de ev 2 sal in dar tên birîn.

Di bin çavdêriya leşkeran de 2 sal in li herêmên Çiyayê Cûdî û Bestayê  dar tên birîn. Darên ku li herêmên Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtikbestê û Navyan ên Bestayê tên birîn bi TIR û kamyonan tên barkirin û vediguhêzin bajarên cuda.

Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê dîmenên TIR û kamyonên daran bar dikin, weşand. Tevî van dîmenan jî hê ji rêxistinên hawirdorê tu bertek nehatine nîşandin. Hewceyê bibîr xistinê ye ku têkildarî mijarê Baroya Şirnexê ji Greenpeace xwestibû ku bikeve nava liv û tevgerê, lê saziya navborî ji bo qirkirina xwezayê ya li herêmê bersiva “nakeve ber qada me ya pisporiyê” dabû.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz der barê mijarê de got ku ew şopdarê texrîbkirina xwezayê ne. Dîlsîz da zanîn ku li hemberî qirkirina xwezayê wê bi 300 parêzeran re bikevin nav liv û tevgerê.