Çîroka dilşewat a sûlavekê

Sûlava Ducan navê candana xwişk û birayekî Ermen e, ku di dema Qirkirina Ermenan de ji bo nekevin destê rêveberiya leşkerî ya wê demê xwe ji sûlavê avêtin û canê xwe ji dest dan.

Gelê Ermen ku bi sedan salan bi gelê Kurd re di nava aştiyê de jiya, sala 1915'an û piştî wê yek ji trajediyên giran li Erdîşê dît. Li navenda Erdîşê û gundên wê, ku bi hezaran Ermen lê hebûn, piraniya wan hatin qirkirin. Heta sala 1917'an Erdîş û gelek bajar di bin kontrola hêzên Rûs de bûn. Piştî vekişîna leşkerên Rûs a ji herêmê, trajedî û komkujiyan jî destpê kir.

Li gundên herêma Geliyê Zîlan a ser bi navçeya Erdîşê ya Wanê, Kurd û Ermen bi sedan, bi hezaran salî bi hev re di nava aştî û aramiyê de bûn. Komkujiya ku serkêşê hikumeta faşîst a wê demê Enver Paşa û derdora wî kir, li navçeya Erdîşê jî bi rengekî herî bêrehm hate gbicihanîn. Sala 1917'an gundên Ermenên li Geliyê Zîlan ji aliyê hikumetê ve hatin talankirin, heywan û malên wan hatin desteserkirin û gelek Ermenên ji Erdîşê hatin qetilkirin. Kêm mirov ji van komkujiyan bi saxî filitîn. Çîroka qurbaniyên vê komkujiyê û êşên li herêmê hatin kişandin, hîn jî têne vegotin.

TRAJEDIYA BI SERÊ XWIŞ Û BIRAYEKÎ ERMEN VE HAT

Yek ji trajediyên ku bi serê Ermenên ji Erdîşê hat, çîroka xwişk û birayekî Ermen e. Li Geliyê Zîlan Ermenên li gundê Marcasê û gundên din hatin qetilkirin. Xwişk û birayekî Ermen ên 11 û 12 salî ku di vê komkujiyê de malbata wan jî hate qetilkirin, ji bo nekevin destê hikumeta wê demê û nokerên wan, li Geliyê Zîlanê li gundê Încesûyê xwe ji sûlavê diavêjin û dawî li jiyana xwe tînin. Xelkê herêmê yê vê bûyerê dibînin û dibihîzin, ji bo careke din êşeke bi vî rengî nebe û xwedî li bîranîna wan derkeve, bi Kurdî navê 'Du can' li sûlavê dikin.

Tevî ku di ser bûyerê re 105 sal derbas bûne jî navê sûlava li herêmê hînê jî Ducan e. Ev çîroka dilşewat li herêmê, li gund hîn jî tê vegotin.

Helbetvan Ozgur Ceyhan ê li gundê Încesûyê ye, anî ziman ku bûyerên bi vî rengî hema bêje li her herêmê qewimî ne û diyar kir ku wî ji mezinên li gund ev bûyer bihîstiye. Ozgur Ceyhan anî ziman ku divê her kes dersê ji van êşên hatine kişandin derxînin.