Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê talankirina daristanan şermezar kir

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê birîna daran a bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê tê kirin şermezar kir û got: “Em li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind dikin, bila gelê Tirkiyeyê dengê me bibihîze."

Li herêma Besta ya Şirnexê, talankirina daristanan di bin çavdêriya dewleta Tirk û cerdevanan de dewam dike.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, li dijî talankirina daran li ber avahiya partiya navçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa “Xweza jiyan e, jiyanê qetil nekin” hat vekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’yî, Rêxistina DBP'a Şirnexê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Kamûran Demîr got: “Li Kurdistanê cihên ku weke herêmên ewle hatine ragihandin, qanûnan tune dihesibînin û kesên rayedar li vê derê çi bixwazin dikarin bikin. Polîs, walî, qeymeqam û jendirme li van qadan, xwedî desthiladariyeke bêsînor in. Ev kes û saziyên berpirsîyar li van qadan her curê polîtîqayên hovanê pêk tînin. Difikirin ku bi desthilatdariya xwe ya bêsînor ew ê vê talanê ji çapemenî û raya giştî veşêrin. Tenê daran talan nakin, zirarê didin dîrok û paşeroja herêmê.”

Demîr da zanîn ku divê her kes li dijî talana daran dengê xwe bilind bike û wiha bi lêv kir: “Ev êrîş parçeyek ji dijminatiyên li dijî Kurdan e. Talana xwezayî li her derê heye, lê li herêmê bi rengekî sîstematîk tê pêkanîn. Em li dijî vê komkujiyê dengê xwe bilind dikin, bila gelê Tirkiyeyê dengê me bibihîze.”

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî wiha got: “Wijdanê wan ko bûye û guhê wan ker bûye. Bêwijdan çawa dikarin daristanan tune bikin. Li gelek deran bi gotina ‘ji ber ewlehiyê’ vê yekê rewa dikin.”