Celebên kovî nîvê nifûsa cîhanê xwedî dikin

Lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî raxist pêş çavan ku divê hatineya ji cûreyên kovî bêne parastin û ev yek mifteya jiyana bi milyaran mirovî ye.

Li gorî lêkolîneke nû ya zanyaran, nebat, heywan, kuvarkên kovî nîvê nifûsa cîhanê xwedî dikin, lê belê ji ber ku gelekî zêde û bêkontrol têne bikaranîn metirsî li ser wan heye.

Di raporeke nû ya Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku bi deh hezaran celebên kovî ji bo her yek ji sê mirovan pêwîstiya sereke ya ji bo xwarinê, germkirinê, xweza û pêşketinê ye. Bi kurtasî çavkaniya esasî ya jiyanê ye, mifteya jiyanê ye.

Di nava krîza xurekê ya global de ku bi şerê li ser Ûkraynayê re zêde bû, li bajarê Bonn ê Elmanyayê raporeke bi vî rengî hate amadekirin. Rapor bi agahiyên ji zêdeyî 6 hezar û 200 çavkanî û nêzî 200 nivîskaran hate amadekirin û ji aliyê 139 welatan ve hate erêkirin. Di vê lêkolînê de rê û rêbazên jiyaneke domdar a çavkaniyên ekosîstemê hatin destnîşankirin.

Hate ragihandin ku 50 hezar celebên kovî di tip, enerjî, xurek, malzemeyên avahiyan, şahî û çanda xwecihî ya ji sedî 70'î yê xizanan de têne bikaranîn.

Li ser nêzîkatiyên ku zerarê didin ekosîstemê jî ev mînak hatin dayin; li seranserê cîhanê ji her sê masîgiran masîgirek zêde masiyan digire, ji her 10 cûreyên caran darek li ber tunebûnê tê hiştin. Li gorî vê yekê kaktus, orkîde û sîkad li ber tunebûnê ne.