Sempozyûma Çandiniyê: Em ê bi modelên alternatîf bi ser bikevin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di ‘Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê’ de axivî û got: “Li Kurdistanê polîtîkaya taybet heye, em ê bi polîtîka û modelên alternatîf bi ser bikevin.”

SEMPOZYÛMA ÇANDINIYÊ

"Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Edaletê" de li dar dixe dest pê kir. Sempozyûm li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê tê lidarxistin. Di sempozyuma ku du rojan dê berdewam bike de serenavên “Polîtîkaya aboriyê ya çandiniyê, di çarçoveya mêtîngeriyê de polîtîkayên çandiniyê yên li Kurdistanê” , “Divê li dijî van polîtîkayan çi bikin, çawa bikin” , “Di çandinî û xurekê de pêşerojeke çawa, teşedayîna pêşeroja çandiniyê, avantaj û dezavantaj” dê bên nîqaşkirin.

Hevseroka DEM Partiya Wanê Gulşen Kurt axaftina destpêkê kir û spasiya hemû mêvanan kir. Bi dû re Hevberdevkê Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê Ridvan Turan axivî û destnîşan kir ku AKP'ê bi polîtîkayek zanebûn xwest ku çandiniyê ji Kurdistanê rake û wê ji hilberînê qut bike.  

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari xîtabî beşdaran kir û diyar kir ku AKP bi polîtîkayên neolîberal ve Tirkiyeyê bi rêve dibe û ji ber van polîtîkayên xwe çandiniyê aniye asta qedandinê. Hatîmogûllari da zanîn ku AKP'ê bi êrişên polîtîkayên xwe neolîberal re arîzekirinê û bêmilkiyetê zêdetir kiriye.

Hatîmogullari anî ziman ku AKP ji bo bajarên bakurê Kurdistanê polîtîkayên taybet dimeşîne û wiha got: “Israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de ne tenê polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ye, di heman demê de polîtîkaya ku bi taybetî li herêmê weke partiyeke ku dimeşîne ye. Nêzîkatiya dewletê ya kevneşopî ya ji bo pirsgirêka Kurd berdewam kir. Şewitandina gundan û koçkirina ji gundan ew qas giran bû ku çandinî li Kurdistanê bi gelek rêbazên mîna qedexekirina zozanan bi tunebûnê re rû bi rû ma. Dema ku Tirkiye welatekî ku berhemên çandiniyê hinarde dikir bû, niha bûye welatekî îthalatê. Tirkiye bihuşta genim, dexl û pembû ye. Di dema ku di van waran de welatekî cidî hinardekar bû, hinardekarê zebze û fêkiyên teze bû, lê mixabin niha bûye welatekî ku her tiştî îthal dike. Em weke DEM Partiyê gelekî bi biryar in ku çandiniya tê xwestin biqedînin li welat zindî bikin, dabînkirina ewlekariya xurekan ya ku nayê peydakirin û têkoşîna li dijî xizaniya ku bandor li ser welat dike, berdewam bikin."

Hatimogûllari da zanîn ku bi polîtîkayên çandiniyê yên AKP'ê cotkaran ji berhemdariyê qut kiriye û got: "Di encama polîtîkayên AKP'ê de çandinî hat tasfiyekirin. Yên ku cotkariyê dikirin jî ji ber rewşa aborî dest jê berdan. Dema mirov behsa Kurdistanê dike jî mirov bi darê zorê koçî bajaran hatin kirin. Her tişt biha bûye cotkaran êdî nikarin çandiniyê bikin. Nikarin mazot, gubre, ceyranê, dermanên çandiniyê, makîneyên çandiniyê û tov bikirin. Bifikirin mazot ji 24 lîreyan derketiye 44 lîreyan."

Hatîmogûllari destnîşan kir ku feraseta dewletê ya wek kevneşopiyê li ser Kurdistanê berdewam dike û ji ber vê yekê jî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û wiha domand: "Heta îro nêzî 4 hezar gund hatin şewitandin û îşkence li welatiyan hat kirin. Gund bi van rêbazan hatin valakirin. Yên ku li herêmê çandiniyê û sewalkariyê dikin helbet para xwe ji vê yekê girtin. Lê îro di şexsê vê herêmê de cotkar bi polşîtîkayên taybet tên feqîrkirin û keda wan tê xwarin. Mesela herî dawî li Mêrdîn û Amedê li gundan şewat derket û 15 gundiyan jiyana xwe ji dest da. Sedema vê şewatê DEDAŞ e. Li Kurdistanê êdî DEDAŞ wek rêbaza îşkenceyê tê bikaranîn. Divê DEDAŞ tavilê xwe biguherîne û dawî li zilma li ser xelkê bîne."

Hatîmogûllari diyar kir ku hewcedarî bi polîtîkayek çandiniyê û xurekan ku ekolojiyê, demokratîkbûnê, xweza û civakê diparêze, mafên kedkaran diparêze, mafên karkerên jin diparêze û pirsgirêka xurekan a welatiyan çareser dike heye û got ku divê di her warî de piştevanî ji bo cotkaran hebe û ev yek ferziyê dixwaze.

Hatîmogûllari anî ziman ku di çandiniyê de herî zêde jin kedê didin lê keda wan tê xwarin û got ku yek ji pirsgirêka bingehîn jî xebitandina zarokan e û divê xebitandina zarokan were qedexekirin.

Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe hewl bidin ku welat ji nava van polîtîkayên kedxwarinê û vê rewşa perîşaniyê derxin û rizgar bikin û got ku ew dikarin li dijî polîtîkayên şaş bi polîtîka alternatîf, modelên rêxistinkirinê û têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin û ev yek ji bo wan pêkan e.

Piştî axaftinan rûniştina ewilî ya sempozyûmê destpê kir.