Zanyar: Cîhan xwe têr amadeyê rojên herî xerab nake

Zanyar, hişyarî kir ku ji bo rîskên herî xeternak ên ji ber germ bûyînê cîhanê têr xebat nayê kirin.

Di lêkolînek a di kovara PNAS’ê de hat weşandin de rexneya ku civaka navneteweyî, têr lêkolîna rêzekaresatên dibe ku ji ber germbûyîna cîhanê biqewimin nake, tê kirin.

Zanyar bang dikin ku di divê amadekariyek a baştir ji bo rojên herî xerab were kirin û bertek nîşan didin ku têr xebat li ser mekanîzmayên dibe ku rê li ber rîskên vegera wan nîn e nayê kirin.

Luke Kemp ê ji Navenda Lêkolînê Rîskan ên Hebûniyê ya Cambridgeê, diyar kir ku di der heqê senaryoyên herî giring de zêde agahî nîn in.

Kemp, hişyariyê dike ku rêyên ber bi karesetan ve diçin ne bi bandora rasterast a germahiya zêde ne sînordar e. Krîzên aborî, pevçûn û nexweşiyên epîdemîk dibe ku karesatan bêhtir zêde bikin û rê li ber xelasbûyîna karesatên wek şerê nukleerî bigirin.

Ekîba lêkolîner, pêşniyaza rojevek a lêkolîna ya ji bo têkoşîna bi guherîna av û hewayê re dike.

Lêkolîner, îşaret bi wê yekê dikin ku raporên pisporên av û hewayê yê NY’yê (IPPC) li ser bandora bi texmînî ya zêdebûyîna germahiyê bi 1,5 – 2 pileyan e.

Lê belê tê diyarkirin ku bi çalakiyên hikûmetan ên heyî, dinya dikeve rêgeha germahiyê ya bi 2, pîleyan a zêdeyê 1,5 pileyê bi Peymana Parîsê ya 2015’an tê armanckirin.