Li Ewropa û Bakurê Efrîkayê şewata daristanan didome

Germahî li Ewropa û Bakurê Efrîkayê dibe sedema şewata daristanan, ji ber vê bi hezaran kes ji van qadên şewatê hatin derxistin. Li Fransa, Îspanya û Fasê şewat didomin, li Çînê jî germahî hate asta herî bilind. Li Portekîzê rewşa awarte hate ragihandin.

Li Portekîz, Îspanya,  Fransa û Fasê ji ber germahiya hewayê ya li ser 45 dereceyan agir bi daristanan dikeve û gel neçar dimîne ji qadên şewatê derkevin.

Li Portekîzê hefteya borî di şewata daristanê de kesek mir û herî kêm 135 kes jî bi sivikî birîndar bûn. Li gorî Saziya Parastina Sivîlan a herêmê ji roja Duşemê û heta îro nêzî 800 kes ji malên xwe derketine û li welat rewşeke lezgîn  heye.

Hate ragihandin li Portekîzê li bajaroka bi navê Loûsayê germahî bûye 46,3 derece. Ji ber vê germahiyê agir bi daristanan dikeve. Şewat hatiye tefandin lê herêm hê jî di bin rîskeke mezin de ye.

Ji ber şewata daristanê li bajaroka Pedrogao Grandeyê 66 kes mirine, bi sedan kes birîndar bûne û 30.000 hektar daristan jî texrîb bûne.

LI FRANSAYÊ BI HEZARAN HEKTAR QAD ŞEWITÎ

Li rojavayê başûrê Fransayê jî ji roja Înê û vir ve şewat didome û bi sedan kes ji malên xwe hatin derxistin.

Ji roja Sêşemê û vir ve 9 balefirên avê û herî kêm hezar xebatkarên itfaiyeyê hewl didin şewatê bitefînin.

Li Gironde û başûrê Bordeaûxê li bajaroka Landîrasê 4.200 hektar qad şewitî, rê hatin girtin û nêzî hezar kes ji malên xwe hatin derxistin.

Roja Çarşemê jî li qadeke kampê 6 hezar û roja Pêncşemê jî 4 hezar kes ji qadê hatin derxistin.

LI ÎSPANYAYÊ GERMAHÎ BÛ 45 DERECE

Li gelek derên Îspanyayê germahî gihişt asta rekorê. Roja Pêncşemê li bajarê Oûrenseyê germahî bû 44.1 derece. Li hinek herêmên Extremadûrayê jî germahî bû 45 derece.

Roja Înê jî li parka neteweyî û gelek çivîk lê hene li Monfragueyê agir bi qadê ket.

LI FASÊ HERÎ KÊM 4 ŞEWAT HENE

Li gorî raporên pêşîn ji şeva Çarşemê û heta îro li Larache û Ouezzaneyê herî kêm 1000 hektar daristan şewitiye. Li welat hişkesalî heye û di rojên dawîn de germahî bû 45 derece.

Li Çînê jî li bajarê Şanghayê germahî bû 40.6 derece û ji sala 2017’an û vir ve, ev wekî rekorekê tê diyarkirin. Lê roja Înê baran bariya û germahî piçekî şikest.