CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Çîroka dilşewat a sûlavekê
Sûlava Ducan navê candana xwişk û birayekî Ermen e, ku di dema Qirkirina Ermenan de ji bo nekevin destê rêveberiya leşkerî ya wê demê xwe ji sûlavê avêtin û canê xwe ji dest dan. -
Ji sedî 94 ê karkerên malê ji ewlehiya civakî bêpar in
Li gorî raporeke Rêxistina Kar a Navneteweyî, di asta cîhanî de ji sedî 94 ê mirovên li karên malê dixebitin ji ewlehiya civakî bêpar in. -
Li Ewropa û Bakurê Efrîkayê şewata daristanan didome
Germahî li Ewropa û Bakurê Efrîkayê dibe sedema şewata daristanan, ji ber vê bi hezaran kes ji van qadên şewatê hatin derxistin. Li Fransa, Îspanya û Fasê şewat didomin, li Çînê jî germahî hate asta herî bilind. Li Portekîzê rewşa awarte hate ragihandin. -
Li Ewropayê germahî zêde bû, agir bi daristanê dikeve
Li gelek welatên Ewropayê germahiya zêde û şewata daristanan didome. -
Germahiya li Şanghayê rekora xwe ya sala 1873’an derbas kir
Li Şanghayê ku bajarê herî qelebalix ê Çînê ye germahiya hewayê gihîşt 40,9 pileyî û rekora xwe ya sala 1873’an derbas kir. -
Li Spanyayê ji ber germa zêde hişyarî hate kirin
Li Spanyayê ji ber germa zêde banga tevdîrê û hişyarî hate kirin. -
Saziya tenduristiyê ya Fransî têkiliya di navbera nîtrît û xetereya pençeşêrê piştrast kir
Saziyên tenduristiyê yên Fransî piştrast kirin ku di navbera xetereya pençeşêra kolorektal bi rû bi rû bûyîna bi nîtrat û nîtrîtan re têkildar e. -
Di nava goşt, şîr û xwîna heywanên xwedîkirî de mîkroplastîk hate tespîtkirin
Perçikên plastîk ên di nava goşt, şîrê li supermarketan û çîftlîkên Hollandayê hatin dîtin, nayê zanîn bê di kîjan astê de bandor li tenduristiya mirovan kiriye û dike. -
Celebên kovî nîvê nifûsa cîhanê xwedî dikin
Lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî raxist pêş çavan ku divê hatineya ji cûreyên kovî bêne parastin û ev yek mifteya jiyana bi milyaran mirovî ye. -
Piştî ku ava Dîcleyê vekişiya bajarekî 3400 salî hate dîtin
Arkeologên Kurd û Elman ji bo keşfkirina bermahiyên bajarekî 3400 salî yê li nêzî bajarê Mûsûlê ya Başûrê Kurdistanê û li ber Dîcleyê ye, kom bûn. -
Li dinyayê her ku diçe birçîbûn zêde dibe
Pênc rêxistinên ji bo ewlehiya dexil û dan dixebitin, diyar kirin ku dinya ji hedefa xwe ya wê heta sala 2030’î ya wê tu kes birçî nemîne bi dûr dikeve. -
Aydemîr: Ji bo hînbûna zimanê dayikê 2 salên destpêkê gelekî girîng e
Pisporê Pêşvebirina Zarokan û Akademîsyen Fûrkan Aydemîr anî ziman ku ji bo pitik hînî zimanê xwe yê dayikê bibe 2 salên destpêkê gelekî krîtîk e û got, eger di nava 2 salan de zimanê xwe yê dayikê hîn nebe, jê û pê ve zehmet e hîn bibe. -
Krîza aboriyê bandoreke giran li cejnê jî kir
Ji bo Cejna Qurbanê demeke kurt ma. Lê belê mirov ji zem û bihabûna jiyanê gazinan dikin. Dibêjin ku êdî kêfa cejnê nema ye. -
Goştê mirîşkan erzan e, lê berdêla wê giran e
Goştê mirîşkan li Ewropa û DYE'yê bi erzanî dikare bê bidestxistin. Lê belê pispor hişyariyê didin ku bandora goştê mirîşkan li ser xwezayê, tenduristiya mirovan û sewalan gelekî giran e. -
Bêhna serdemên berê ji Ewropayê tê
Gelek kîmyagerên Ewropî û dîroknasan dest bi karekî kirin û hewl didin bêhnên berê yên parzemînê li vê serdemê vegerînin. -
Li bakurê Îtalyayê ji ber hişkesaliyê rewşa awarte hat ragihandin
Li pênc herêmên li bakurê Îtalyayê, ji ber hişkesaliyê rewşa awarte hat ragihandin. -
'Dewleta Tirk li ser ekosîstema Kurdistanê gefeke mezin e'
Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyeyê û pisporê xwezayê Dr. Mihemed Genawî diyar kir ku dewleta Tirk li ser ekosîstema Kurdistanê gefeke mezin e. -
Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê: Wê li ser qirkirina daran lêkolîn were destpêkirin
Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Rezaq Xeylanî derbarê birîna daristanan û talankirina xwezaya got: “Kesên daran dibirin divê werin cezakirin.” -
Bruksel xwe ji bo 'Meşa Avhewayê' ya mezin a 23'ê Cotmehê amade dike
Koalîsyona Avhewayê ragihand ku ew ê di 23'ê Cotmehê de li Brukselê “Meşa Avhewayê” ya nû li dar bixin û di têkoşîna li dijî krîza avhewayê de tedbîrên biîdia bixwazin. -
Bi çêkirina HES'ê re gundî ji Zîlanê koç dikin
Li gel biryara betalkirinê ya Dadgeha Şêwirmendiyê jî li ser Çemê Zîlanê HES hate çêkirin. Bi vê yekê re hem masî bi komî mirin, hem jî gundiyan dest bi koçeriyê kirin. -
Spîbûna herî mezin a singerê deryayê
Tîmeke lêkolînê li peravên Zelanda Nû bi milyonan singerê deryayê yê spîbûyî tespît kirin. Tê texmînkirin ku ev guhertin ji ber germahiya avê ya bilind a neasayî pêk hatiye. -
Fransa bi pêla germê re rû bi rû ye
Li Fransayê pileya hewayê digihêje 40‘î. Li gor daxuyaniya servîsa meteorolojiyê Météo France’ê ya roja Çarşemiyê, li hin herêmên welêt dibe ku bahoz rabe. -
Ewropa dibe ku heta sala 2050’yî di enerjiyê de têra xwe bike
Enstîtuya Teknolojiyêy Federal a Swîsreyê (EPFZ) ya li Zurîhê diyar kir ku Ewropa di serî de petrol û gaz û sotemeniyên fosîl zêdeyê nîvê enerjiya xwe ji der ve distîne. -
Gola Şîlî vediguhere çolê
Avahiya Penûelas a li navenda Şîlî, bîst sal berê ji bo bajarê Valparaîso çavkaniya sereke ya avê bû ku têra 38,000 hewzên avjeniyê yên Olîmpîkê dike. Niha tenê bi qasê ava du hewzan maye -
Li Îspanyayê germahiya hewayê derketiye asta anormal
Li Îspanyayê pêleke nû ya hewaya germ ku wekî “Anormal” tê nirxandin hatiye welat.