Cenazeyê şervanê QSD'ê Elî Mihemed bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Elî Mihemed Ehmed ku 1’ê Tîrmehê li Eyn Îsayê li ser erka xwe şehîd bûbû, îro ji aliyê bi sedan kesî ve hat veşartin.

Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran û endamên partiyên siyasî beşdarî merasîma veşartinê ya ku li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê pêk hat, bûn.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiyê û merasîma leşkerî ya şervanên Hêzên Komandos dest pê kir. Piştre hevserokê Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyên Şer a Kantona Reqayê Îbrahîm El Hemûd axivî. El Hemûd di axaftina xwe de li ser mezinahiya nirxên şehîd û şehadetê got: “Şehadet nirxanekî pir mezin e û wêneya herî bilind a berxwedana bi rûmet a li dijî neheqiyê ye."

El Hemûd anî ziman ku şehîdan di xwîna xwe ya pak navên xwe di dîroka nemiran de zindî kir û got: "Şehîd namirin, ji birîndaran re şîfaya lezgîn hêvî dikim."

Di merasîmê de endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê Subhî Mihemed jî got şehîdan ji bo jiyaneke birûmet canê xwe feda kiriye û soza şopandina rêya wan de.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.