Li Berlînê şewata daristanê ya piştî teqînê berdewam e

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, ji ber teqîna cebilxane û bombeyên ji Şerê Duyemîn ê Cîhanê mayî, agir bi daristana herî mezin a paytextê ket.

Komên agirkujiyê, ragihandin ku şewata daristana Grunewaldê berdewam e û teqîn çêdibin.

Servîsa agirkujiyê da zanîn ku agir li 12 hezar metrekareyan belav bûye.

Hat zanîn ku agir destpêkê bi cihê depokirina cebilxane û teqemeniyan a polîsan ketiye û bi pişt re jî bi daristana li der û dorê ketiye.

Komên agirkujiyê, ji ber xeteriya teqînê nekarî bi lez û bez agir vemirînin. Serê pêşîn li dora depoya teqemeniyan çemberek a bi hezar metreyî hat çêkirin.

Meha Tîrmehê jî li başûrê herêma Brandebourg 850 hektar daristan şewitî.

Agirê bi Çekyayê ket, daristanên Elmanyayê jî da ber xwe. Agirkuj ketine hewila vemirandina agir.

Li Elmanyayê hewa pir germ e. Li piraniya welêt alarma hişkesaliyê hatiye dayîn. Berlîn jî di nav de ye.