AKP'ê bi 'qanûnan' dest daniye ser peravên Gola Wanê

Berdevkê Ekolojiya Zîlan Mîr Bahattîn Demîr ragihand ku hewl tê dayin, dagirkeriya li derdora Gola Wanê bê mayindekirin û pêşî li têkoşîna hiqûqî û dozan bê girtin.

Li navçeyên Bêgir, Westan, Rêya Armûşê, Tûşba û Erdîşê yên Wanê û li navçeyên Tetwan, Adilcewaz û Tetwanê, gelek saziyên dewletê peravên Gola Wanê dagir kirine. Li perava Artemêtan, Westan, Erdîş û Bêgirê, gelek saziyên taybet kafe û restoran vekirine. Hema bêje temamiya van kargehan ên hevkarên AKP'ê ne. Gola Wanê û derdora wê, ku veguheriye qada rantê, di bin xizmeta dewletê û saziyên wê de ne.

XELK NIKARE BIKEVE GOLÊ

Li peravê Gola Wanê yê li navçeya Xelat a Bedlîsê, 'Qesra Ahlat'ê ya AKP'ê heye. Li peravê Gola Wanê yê li navçeya Bêgirê jî 'Atayûrt Otagi' heye ku Tirkan temsîl dike. Peravên Gola Wanê yên li nêzî navenda Wanê jî ji ber ku ji aliyê saziyan ve hatine dagirkirin, qedexe ye ku xelkê bajêr bikeve golê. Xelkê Wanê ji bo karibin bikevin Gola Wanê neçar dimînin ku biçin deverên bi 40-50 kîlometreyî dûrî navenda bajêr.

PERAV MALÊ CEMAWERIYÊ YE

Berdevkê Ekolojiya Zîlan Mîr Bahattîn Demîr ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku di Xala 43'an a Destûra Bingehîn de tê gotin, "Perav malê cemaweriyê ye, di bin hikumê dewletê de ye" û got, li gorî Qanûna Peravî ya bi hejmara 3621'ê, peravên derya, çem, gol û golên çêkirî, hebûneyên çandî û xwezayî yên peravî di bin parastina dewletê de ne, nabe ku avahiyek lê bê çêkirin an jî bend bê danîn.

Demîr anî ziman ku li gorî 'Qanûna Parastina Gola Wanê' ya ku nû hatiye amadekirin, çarçoveya qada sîtê hînê diyar nebûye û got, "Bicihanîna xala bikaranîna bi kontrol û parastina herdemî, qanûneke parastinê ya bi pirsgirêkan dagirtî ye. Ya esasî ew bû ku qada hesas a divê teqez bê parastin, bihata ragihandin. Peravên Gola Wanê salên dawî hatine dagirkirin. Sazî binpêkirina xala Destûra Bingehîn, li peravan avahiyan lêdikin. Li hemberî van kiryarên ku qanûna peravê binpê dike, rêxistinên hawirdorê doz vekirine, her wiha amadekariyê dikin ku dozên nû vekin. Lê belê bi vê qanûna parastinê ya nû re tê xwestin ku cihên hatine dagirkirin mayinde bibin, pêşî li dozên hatine vekirin û têkoşîna hiqûqî bê girtin. Ji ber ku ji bo her avahiya li peravê çêkirine û qad dagir kirine, di bin navê 'bikaranîna bi kontrol' de wê karibin gotinekê ji xwe re bibînin û xwe pê biparêzin."

ÇEM TÊNE GEMARÎKIRIN

Demîr bi bîr xist ku yek ji 104 çemên bi ser Gola Wanê ve diherikin, ya herî mezin Çemê Zîlanê ye, lê belê gemara 20 gundan diherike nava vî çemî û got, "Ev gemar jî bi çem re diherike nava Gola Wanê. Tevî ku me ji saziyan re ragihandin, tiştek nekirin. Ji ber vê xemsariyê li gundên li Tejaneya Zîlanê bi derfetên xwe kolandina fosseptîk dikim."

KAFE Û KARGEHÊN ALÎGIRÊN DESTHILATDARIYÊ

Demîr destnîşan kir ku di vir de pirsgirêka esasî qanûna parastinê ye ku rê dide çêkirina kafe û kargehên alîgirên desthilatdariyê û wiha dewam kir, "Eger xala Destûra Bingehîn tê binpêkirin, hingî ev statuya parastinê jî wê bi kêr neyê, ji ber ku pratîk li holê ye. Ji xwe ji ber krîza avhewayê mîkrobiyolîtên bi hezaran salî derketine ser rûyê avê. Gola Wanê bi halê hazir di rewşeke metirsîdar de ye. Li qiraxa çeman ji bo zêdekirina kapasîteya kanên xîzê, walîtiyan rapora 'Pêwîstî bi ÇED'ê nîne' dan. Her wiha ÇED'ê jî çar demsalan lêkolîn û karên zanistî nekir û li gel vê yekê jib o çêkirina trîbunên HES'ê bersiva erênî da ku ev yek talankirina xwezayê ye. Li aliyê din kanên mermerê û metalên giran ên ji wan kanan bi baranê diherikin herêmê, di serî de cûreyên endemîk ên li herêmê, xaka qadê têk dibe. Ev yek bi tena serê xwe felaketeke ekolojîk e. Bi vê qanûnê re wê hîn bêhtir avahî bêne çêkirin. Ev yek jî tê wateya zêdebûna dagirkeriya li peravan. Tê wateya tunekirina peravan ku malê cemaweriyê ne. Li gorî min, eger ev qanûn nebûya, têkoşîna me ya hiqûqî wê zor bida wan. Yanî bi bikaranîna bi kontrol dikarin bi her awayî kirasekî li kiryarên xwe bikin. Em ê şopdarên vê mijarê bin."