Tîrmeha 2022’an bû yek ji mehên herî germ ên cîhanê

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ku navenda wê li Cenevreyê ye û girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye, diyar kir ku meha Tîrmehê bû yek ji wan mehên herî germ ên heta niha li dinyayê hatiye tomarkirin.

Berdevka WMO Clare Nûllîs di konferanseke çapemeniyê de got: “Dinya yek ji sê Tîrmehên herî germ ên tomarkirî derbas kir. Wekî ku em hemû dizanin, pêleke germê ya pir dirêj û dijwar bandor li deverên Ewropayê kir.”

WMO di daxuyaniya xwe ya nivîskî de daneyên servîsa Kopernîkûsê ya li ser guherîna avhewayê nîşan da û diyar kir ku meha borî ji Tîrmeha 2019’an hindek sartir bû, lê ji Tîrmeha 2016’an hinekî germtir bû.

Claîre Nîllûsê her wiha tekez kir ku “Encax ferqa di navbera van sê mehan de bi rastî pir kêm e.”

Bi giştî, germahiya meha borî hat tomarkirin ji rekorên Tîrmehê yên pêvajoya 1991-2020’an 0,4 pileyî derbas kir.

WMO destnîşan kir ku ev zêdebûna germahiyê tevî hebûna La Niña, bûyerek xwezayî ya ku “divê bandorek sarbûnê hebûya” pêk hat.

WMO diyar kir ku ev pêlên germê herî kêm heta sala 2060'î wê zêdetir bibin û banga “hişyar bibin” li lîderên Ewropî kir.

Li gel germa zêde, li hin deverên cîhanê ziwabûnek dijwar pêş dikeve.

Di vî warî de jî, li gorî WMO, Tîrmeh li piraniya Ewropa, piraniya Emerîkaya Bakur, beşên mezin ên Emerîkaya Başûr, Asya Navîn û Awûstûralya zêdetir ji rêjeya navgînî zuwatir bû.

Berevajî vê, şert û mercên nemê ya zêdetir ji rêjeya navgînî li ser xetek berfireh ya ji rojhilatê Rûsya, bakurê Çînê û rojhilatê Afrîqayê heya bi bakurê rojavayê Hindistan û Asyayê hatine tomarkirin.