Saziya tenduristiyê ya Fransî têkiliya di navbera nîtrît û xetereya pençeşêrê piştrast kir

Saziyên tenduristiyê yên Fransî piştrast kirin ku di navbera xetereya pençeşêra kolorektal bi rû bi rû bûyîna bi nîtrat û nîtrîtan re têkildar e.

Saziya Ewlehiyê ya Xwarin û Vexwarinê ya Neteweyî (Anses), bi xebata bi mehan têkiliya di navbera metirsiya pençeşêrê û nîtrat û nîtrîtan de piştrast kir.

Sala 2015’an, Navenda Lêkolînê ya Navneteweyî ya Derbarê Pençeşêrê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di serî da berhemên goştî yên xwaringehan û goştên hilberandî wek kanserojen kategorîze kiribû.

Tê diyarkirin ku ev berhemên xwarinê, li Fransayê rê li ber pênçeşêra kolorektal vedike ku salê nêzîkê 18 hezar kes ji ber wê dimirin. Nîtrîtên tên daqurtandin jî weke kanserojen tên qebûlkirin.

Qesab ji dîrokê ve ji bo dirêjkirina emrê goşt, hevgirên nîtratî bi kar tînin.

Bi taybetî, ew dibin alîkar ku pêşî li mezinbûna bakteriyên pathogenîk ên ku dibin sedema botûlîzmê ku rewşek neûrolojîk a ciddî ya ku ji ber pêşketinên tenduristiyê bi giranî hatî jibîrkirin e, digirin. Di heman demê de, ev hêman in ku rengê pembe didin jambonê ku bi xwezayî gewr e.

Her çiqasê hilberînerên sereke yên wekî Herta an Fleûry Mîchon niha cûreyên cûrbecûr ên jambonên "bê nîtrit" dixin bazarê, lê Anses li hember çareseriyên alternatîf ên ku li ser bingeha “dermanên giyayê” an sebze ne hişyar dike: “Ev heya niha alternatîfek raseqtîn temsîl nake; (ev alternatîfane) bi awayeke xwezayî nîtratên ku di bin bandora bakteriyan de vediguherin nîtritan di nava xwe de dihewîne.”

Anses, her wiha dibêje ku di nav van berhemên jê re ‘’Nîtrît di nav de nîn e ya bê nîfrît e’’ tên binavkirin de nîtrat û nîtrîtên veşartî hene.

Zivistana çûyî, di navbera qesabên ku rêbazên li ser bingeha ezmûn û daneheva zanînê ya sedsalê diparêzin û komeleyên mezaxtkar û Yekîtiya Dijî Penceşêrê de nîqaşên tund çêbûn.

Di meha Sibatê de, Parlamentoya Neteweyî prensîba ku herî zêde rêjeya madeyên lêzêdekirinê ya nîtrîtê ya di xwarinê de “ber bi aliyeke kêmbûnê ve” diçin pejirand. Hikûmetê jî diyar kiribû ku beriya metna navborî bikeve meriyetê ew dixwaze li benda nêrîna Anses bimîne.

Anses difikire ku girîng e ku mirov “rêjeya wergirtinê ya rojane ya dikare bê pejirandin” a nîtrat û nîtrîtan çêtir diyar bike. Her çiqasê ji sedî 99 ê nifûsê mezaxtina xwaringehê, ku heftane 150 gram e û li Fransayê herî zêde ev doz tê pêşniyar kirin, bal tê kişandin li ser metirsiya di navbera xwarina goştê hatî hilberandin û penceşêrê de heyî.

Bi dîtina Anses, dozên rojane yên dikare bê pejirandin “ji bo her yek ji van maddeyan bi rengek cud cuda pênase tê kirin, di heman demê de mekanîzmayên biyokîmyewî yên têkildar rêzek veguhertinên pêkhateyên nîtroyî pêk tînin.”

Bi awayekî zelaltir; Nîtratên ku bi xwezayî di axê de hene dibe ku ji hêla xebatên çandiniyê (zibil, bermayiyên heywanan) ve pir zêdetir kom bibe. Nîtrat di nebatên ku em dixwin û ava ku em vedixwin de tê dîtin.

Nîtratên ku têne xwarin ji ber bandora enzîmên bakterî yên di devê me de vediguherin nîtrîtan. Ji aliyek din ve, nîtrîtên bêîstiqrar, dema ku di rêjeyeke zêde de hebin, dikarin bibin sedema avakirina “hevgirêkên nîtroyî” ku "bi avahiyên xwe yên genotoksîkî û kanserojenî ve têne zanîn."