Li Londonê ji bo grevên birçibûnê çalakî hat lidarxistin

Li Londonê saziyên sivîl ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, çalakiya greva birçûbûnê pêk anî.

Greva birçîbûnê ji aliyê Komala Çandê a Karkerên Penaberan (DÎK-DER) ku girêdayî AVEG-KON’ê ye, Platforma Dengê Girtiyan (TSP), Yêkîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) û Young Struggle ve pêk hat. Her wiha nûnerên Meclîsa Gelê Kurd a Londonê jî piştgirî da çalakiye û bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew li cem sekna bi rûmet a girtiyên şoreşger in û ew piştgiriya daxwazên rewa yên girtiyan dikin.

Meclîsê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê, banga xwedîderketinê li rêxistinên sivîl ên sosyalîst kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Desthilat difikire ku ew ê bi girtîgehên tîpên S-Y'ê berxwedana sosyalîstan a ji bo wekhevî û azadiyê bişkîne. Lê ev şaşiyek mezin e û ew nikarin berxwedana bi rûmet û rewa ya kedkaran asteng bikin. Dewlet berxwedana girtiyên şoreşger a ji bo jiyana hevpar û kolektîf armanc digire û hewl dide li hember îradeya bihêz a girtiyan, bi rêya zext û tundiyê bişkîne.”

Piştî daxuyaniyê aktivîstên çalakiyê, li Edmontoyê ku li vê herêmê hejmarek zêde dikanên gelên ji Tirkiye û Kurdistanê hene, balavokên Tirkî û İngilîzî balav kirin. Di balavokan de derbarê sedema daxwaza girtina girtîgehên  tîpên S-Y’ê de û derheqê grevên birçîbûnê de agahî hebûn. Her wiha daxwaza piştgiriyê kirin.