Di nava goşt, şîr û xwîna heywanên xwedîkirî de mîkroplastîk hate tespîtkirin

Perçikên plastîk ên di nava goşt, şîrê li supermarketan û çîftlîkên Hollandayê hatin dîtin, nayê zanîn bê di kîjan astê de bandor li tenduristiya mirovan kiriye û dike.

Zanyarên ji Zanîngeha Vrîje ya Amsterdamê (VÛA) di lêkolînekê de tespît kirin ku li her çar berhemên goşt û şîr ên hatinet estkirin û di her mînaka xwînê de perçikên plastîk tespît kirine.

Her wiha di her mînaka êmê heywanan de yên hatine ceribandin, plastîk tespît kirin ku ev yek jî kontamînasyonê (pêketina madeyên radyoaktîf) nîşan dide.

Lêkolînerên VÛA'yê meha Adarê yekemcar di xwîna mirovan de mîkroplastîk tespît kirin û heman rêbaz ji bo berhemên heywanî test bikin, bi kar anîn. Perçikên di nava xwînê de nîşan dide ku dikarin li nava beden bigerin û bi organan ve bikevin.

Bandora vê yekê li ser tenduristiya mirovan an jî heywanên çîftlîkê nayê zanîn. Lê belê di laboratûwarê de tê tespîtkirin ku mîkroplastîk zerarê didin hucreyên mirovan, perçikên ji qirêjiya hewayê jî dikevin bedena mirovan û ji ber vê yekê her sal bi milyonan mirov zû jiyana xwe ji dest didin. Tê zanîn ku mîkroplastîk zerarê dide xwezayê jî.

Ji serê Çiyayê Everesê heta bi kûrahiya okyanûsan, mîkroplastîk her devera cîhanê gemarî kiriye. Her wiha tê zanîn ku mirov perçikên biçûk ên mîkroplastîk bi rêya xwarin û vexwarinê, her wiha bi rêya hilmstandinê dadikurtîne.