Li Amedê hostayê dawî yê pêlavan

Kasim Ogûç ku li Amedê pîşeyê pêlavan dike, anî ziman ku ciwan xwe nadin ber vî karî.

Li Amedê yek ji pîşeyên ku ji hostayên Ermen maye û hîn jî dewam dike, karê çêkirina pêlavan e. Pêlavkarî ku karekî ji hezaran salî ye, li ber destê hostayên xwe yên dawî ye.

Kasim Ogûç ku bi eslê xwe ji navçeya Xîzan a Bedlîsê ye û zêdeyî 50 sal in li Amedê dimîne, pêlavkarî ji kekê xwe hîn bûye. Kekê wî jî ji apê xwe, apê wî jî ji apê xwe yê mezin û ew jî ji hostayekî Ermen hîn bûye. Pêlavkarî niha bi hewldanên Ogûç dewam dike. Ogûç 45 sal in vî karî li dikana xwe dike. Ogûç anî ziman ku ew li navçeya Sûrê ya Amedê mezin bû, dikana xwe ya destpêkê li wir vekir, lê belê salên dawî bar kir taxa Yenîşehîrê.

'ZAROKÊN MIN BI XWE JÎ XWE JI VÎ PÎŞEYÎ VEDIGIRIN'

Ogûç gilî û gazinan dike ku kes nîne pîşeyê wî dewam bike û dibêje, "Gelek kes li ber destê min xebitîn, lê belê tenê çend ji wan pîşe dewam kir. Wan jî piştre dest jê berdan. Tenê yek ji wan li Stenbolê pîşeyê me dewam dike. Zarokên min bi xwe xwe nêzî vî pîşeyî nekirin. Bi zorê jî nikarim bi wan bidim kirin. Ya rast pîşeyekî zehmet e. Sebir û hesasiyet jê re divê. Carna mirov jê aciz dibin, lê belê em debara xwe pê dikin. Em nikarin dest ji vî pîşeyî berdin û pîşeyekî din bikin. Li aliyê din dema ku mirov hînî vî pîşeyî dibin, hiş û bala mirovan timî li ser e."

'DI VÎ PÎŞEYÎ DE DIVÊ MIROV XWE BI PÊŞ BIXÎNE'

Ogûç diyar kir ku hewl dide xwe di vî pîşeyî de bi pêş ve bibe û got, "Zor û zehmetiyên vî karî bêguman hene, lê belê ya girîng ew e ku mirov heq jê derkevin. Dema ku min dest bi vî karî kir, min nekarîbû rahêşe çakûç. Gelek caran min li tiliya xwe xist. Lê belê bi demê re mirov dibe hosta. Her ku model û berhem zêde dibin, mirov jî bi pêş ve diçin. Mînak hîn di zarokatiyê de montên ji çerm li Amedê bûn moda, min jî dest bi boyaxkirina wan kir. Piştre jî me dest bi tamîrkirina montên ji çerm kir. Niha jî me dest bi tamîrkirina walîzan kiriye. Lewma eger tu xwe di kar de bi pêş nexîne, qîmetê hostatiya te namîne."

'KRÎZA ABORIYÊ BANDOR LI ME JÎ KIR'

Ogûç ragihand ku krîza aboriyê bandor li pîşeyê wan jî kiriye, buha êdî mîna berê nîne, bu di qatî zêde bûye û got, "Dema ku em pêlavekê çêdikin, sererast dikin em 15 TL ji mirovan dixwazin. Lê ev jî ji bo mirovan zêde ye. Dibe ku ew jî mafdar bin, lê belê em jî alavan nikarin bi buhayê berê bikirin. Muşterî heta ku bi çavê xwe nebînin bawer nakin. Dema ku li gel me disekine û dibîne, hingî bawer dike. Dibe ku niha karê me zêde bûye, lê belê qezenca me kêm e. Ji ber ku em malzemeyan bi biha dikirin, lê belê hewl didin ku muşteriyan pê nehesînin."

'TEVÎ KU TEQAWÎT BÛME, HÎN JÎ DIXEBITIM'

Ogûç anî ziman ku krîza aboriyê ne tenê bandor li dikanê kiriye, bandor li malê jî kiriye û got, "Krîza aboriyê bi vê nevê bandorê li malê jî dike. Yek ji zarokên min diçe zanîngehê. Em xwe birçî bihêlin jî neçar in li wî binerin. Yek jî diçe lîseyê, bi heman hesasiyetê em nêzî wî jî dibin. Zarokên min ên din jî xwe ji zanîngehê re amade dikin, mesrefên wan jî hene. Em çerxa xwe bi rengekî digerînin, lê belê ne bi dilê me ye. Ji bo paşeroja zarokên xwe em neçar in bixebitin. Tevî ku ji vî pîşeyî teqawît bûme jî neçar im hîn ê bixebitim."