Bîlgîç: 'Modela Srî Lanka'yê bi sedan sal in li Kurdistanê tê ferzkirin

Ekolojîst Mûrat Bîlgîç destnîşan kir ku rejîma dewleta Tirk ji roja ava bûye û vir ve ji bo tunekirina Kurdan êrîşî xwezaya Kurdistanê dike û got, lewma 'Modela Srî Lankayê' bi sedan sal in li ser Kurdan ferz dike.

Xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê talankirin. Şewitandina daristanan, talankirina xwezayê weke parçeyek ji êrîşên li ser gelê Kurd têne nirxandin.

Ekolojîst Mûrat Bîlgîç li ser sedem û armanca dewleta Tirk a ji êrîşên li ser xwezaya Kurdsitanê axivî.

Bîlgîç diyar kir ku talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi giranî weke rewşeke demkî tê nirxandin û destnîşan kir ku ev nirxandin şaş e. Bîlgîç anî ziman ku êrişên li ser bejahiya cografya Kurdan xwedî rabirdûyeke dîrokî ye û ev yek ji dema avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve dewam dike.

JI BO TUNEKIRINA KURDAN, XWEZAYA KURDISTANÊ TÊ TALANKIRIN

Ekolojîst Bîlgîç bi bîr xist ku li Tirkiyeyê bi avabûna rejîma komarê re li dijî hemû aîdiyetên etnîkî yên ji bilî Tirkan polîtîkaya tunekirinê hate meşandin û got, "Ji bilî Tirkan, her kes ya weke kole yan jî civakên divê bêne tunekirin, pênase kirin. Serhildanên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Agirî û Koçgirî bi hovîtiyeke mezin tepisandin, lê belê zanîbûn ku 'serketineke mayinde' bi dest nexistine. Lewma jî biryar dan ku xweza bi kêrî Kurdan tê û di vê der barê de rapor amade kirin. Di van raporan de hevoka herî balkêş wiha bû: 'Xweza wan diparêze'. Xwezaya Kurdistanê jî xwezayeke welê ye ku mirovên li navê, bêyî ku piştgiriyê ji derve werbigire dikarin bi salan bijîn. Lewma di raporan de tunekirin û talankirina xwezaya Kurdan weke karekî sereke hate destnîşankirin."

Bîlgîç bi bîr xist ku polîtîkaya êrîşê ya dewleta Tirk a li ser cografya û xwezaya Kurdistanê carna di asteke giran de, carna jî bi rengekî rûtîn hate meşandin û wiha dewam kir, "Demekê gund şewitandin, vala kirin. Li gundên şewitandî zerar dan ekolojiyê. Her wiha bi ragihandina herêmên qedexekirî bi dehan salan hin herêm li ketin û derketinê asteng kirin. Tevî van hemûyan dar û nebat talan kirin. Ji ber ku şewitandin û valakirina gundan ji bo wan nebû bû çareserî. Ji ber ku dema hebûna xwezayê dewam dikir, gava şert û mercên guncaw diafirîn lê vedigeriyan. Lewma jî xwestin ku xwezayê bi temamî talan bikin û pirsgirêkê ji kokê ve çareser bikin."

'MODELA SRÎ LANKAYÊ BI SEDAN SAL IN LI KURDAN TÊ FERZKIRIN'

Bîlgîç destnîşan kir ku li Kurdistanê şewitandina daristanan û birîna daran piştî sala 2009'an zêde bûn û got, "Sala 2009'an li Srî Lankayê propagandaya wê yekê hate kirin ku li dijî Pilingên Tamîlê 'serketineke mayinde' bi dest xistine. Navê 'Modela Srî Lankayê' li vê kirin. Ev model sala 2012'an pêşkêşî Serokkomarê Tirk jî hate kirin. Li dijî Kurdan ji bo çikandina golê, ji bo kuştina masiyan, dewleta Tirk li ser vê modelê hate îqnakirin. Bi dîtina min vê pêşkêşiyê zêde bala rayedarên Tirk neşikand. Ji ber ku bi sedan sal in ev model li dijî Kurdan tê bikaranîn. Lê belê modela Srî Lankayê bi vî rengî li qada navneteweyî rewa bû. Lewma li dijî civakên ku ji bo maf û azadiyê têdikoşin, ev model bi hêsanî hate bikaranîn. Bi vî rengî bendav û çêkirina qereqolan zêde bû, daristan hatin şewitandin, dar hatin birîn û bi rêbazên cuda xweza hate talankirin."

'DEMA KU MIJAR KURDISTAN BE, KOMELEYÊN EKOLOJIYÊ BÊDENG DIMÎNIN'

Bîlgîç işaret bi helwesta saziyên 'hawirdorparêz' jî kir û anî ziman ku saziyên bi vî rengî yên ku ji bilî cografya Kurdistanê hesasiyeta wan li ser ekolojiyê hene, dema mijar dibe Kurd li gorî dewleta Tirk tevdigerin. Bîlgîç got, "Dema ku rayedarên dewleta Tirk îdîa dikin ku sedema talankirina xwezaya li Kurdistanê 'fikarên ewlekariyê' ne, komeleyên ekolojiyê yên li Tirkiyeyê jî mixabin ji vê îdîayê bawer dikin. Halbûkî, gelo jiyana Kurdan çi yê dewleta Tirk aciz dike ku bi îdîaya ewlekariyê xwezayê talan dike, diviyabû li vê yekê bipirsiyan. Mînak Greenpeace li ser talankirina ekolojiya li Kurdistanê got, 'ne qada wê ya pisporiyê ye', lewma bêdeng ma. Li cihekî ku dar têne birîn pêwîstî bi pisporbûnê nîne. Ev nêzîkatî ne cihê baweriyê ye. Greenpeace bi xwe tevlî karên vemirandina şewata li daristanên Tirkiyeyê bûbû. Lê belê dema ku mijar dibe Kurdistan em dibînin ku ji dewleta Tirk cudatir nafikirin."