Li Şirnexê daristan hatine qirkirin

Li herêma Besta leşkerên Tirk û cerdevan daristanan qir dikin. Hate dîtin ku li daristanê darek bi tenê jî nehatiye hiştin.

Li Çiyayê Cûdî, Gabar û li herêma Bestayê yên Şirnexê du sal in bi destê cerdevanan di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li Bestayê bi deh hezaran dar ji aliyê cerdevanan ve hatin birîn û talankirin. 

Di dîmenên nû yên gihîştin ber destan de, li deverên Mila Kêrî, Kaniya Qeymeqam, qeraxên ava Rûsorê û Pişta Reşa yên bi ser navenda Şirnexê ve tê dîtin ku bi deh hezaran dar hatine birîn û li TIR’an hatine barkirin. 

Di dîmenan de tê xuyakirin ku qada daristanê bêdar maye û bi hezaran ton dar li erdê hatine raxistin. Darên ku hatine birîn li TIR’an hatine barkirin û ev yek diyar dike ku talaneke çawa hatiye kirin.

Darên tên birîn dibin li bajarên cuda tên difirotin û hinek kes karê wan bazirganiya firotina van daran e.