Xemsariya dewleta Îranê ya li ser şewata li daristanan hate şermezarkirin

Tîmên agirkujiyê yên Encûmena Sebz a Çiya li bajarê Merîwanê ji bo balê bikişînin ser xemsariya rayedarên Îranê ya li hemberî şewatên berdewam ên daristanan xwepêşandanek lidar xistin.

Daristanên Rojhilatê Kurdistanê bi berdewamî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve her wiha bê berpirsiyar nêzîkbûna hin welatiyan tên şewitandin.

Encûmena Sebz a Çiya ya Merîwanê ku rêxistineke jîngehparêz e, ji bo pêşî li şewatên daristanan û gelek pirsgirêkên ku wê ekolojiya herêmê têk bide bigire timî di nava hewldanan de ye. Di vê çarçoveyê de bi xwe spartina hêz û derfetên xwe yên madî û manewî gelek xebatên girîng ji bo parastina jîngehê birêve birine.

Herî dawî çend roj beriya niha ji bo ku agirê bi daristana Qelay Merîwan ketibû vemirînin, di dema vemirandinê de 3 jîngehparêzên girêdayî encûmenê birîndar bûbûn. Dewleta Îranê di vê çarçoveyê de heta niha ti alîkariyek nedaye vê rêxistina ekolojîk.

Bi armanca nîşandana nerazîbûnê ya li hemberî bêxemiya rayedarên dewleta Îranê ya li hemberî şewatên daristanan, ekîbên agirkujiyê yên Encûmena Sebz (Kesk) a Çiya li ber walîtiya bajarê Merîwanê xwepêşandanek lidar xistin.