Ji sedî 94 ê karkerên malê ji ewlehiya civakî bêpar in

Li gorî raporeke Rêxistina Kar a Navneteweyî, di asta cîhanî de ji sedî 94 ê mirovên li karên malê dixebitin ji ewlehiya civakî bêpar in.

Di raporê de hate ragihandin ku karkerên malê ji aliyê pêwîstiyên lênihêrîn û şexsî ve tevkariyeke gelekî girîng li civakê dikin, lê belê tevî vê yekê jî mafên ewlehiya civakî yên 75.6 milyon karkerên mafê kêm e.

Ji sedî 76.2 ê karkerên malê (57.7 milyon kes) jin e. Li Ewropa û Asya Navîn ji sedî 57.3 ê karkerên malê ji aliyê qanûnî ve dikarin sûdê ji alîkariyan hemûyan werbigirin, lê belê li parzemîna Emerîkayê tenê ji sedî 10 ê karkerên malê dikarin sûdê ji van mafan werbigirin.

Li Dewletên Ereb, Asya, Pasîfî û Efrîkayê, ku di asteke bilind de karkerên malê têne xebitandin, kêm ji wan xwedî mafê ewlehiya civakî ne.

Di dewama raporê de hate ragihandin ku zêdeyî ji sedî 60 ê karkeran bi rengekî ne qeydkirî dixebitin.

Li gorî raporeke din jî ku ji aliyê Buroya Karên Xebatkaran a ser bi Rêxistina Kar a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ve ye (ACTRAV) û di 7'ê Tîrmeha 2022'an de li Cenevreyê hate eşkerekirin, ji bo karkerên li qadên bejahî dixebitin jî parastina civakî tenê xeyaleke.

Di raporê de ku li ser 16 lêkolînên li 15 welatên li Efrîka, Asya, Asya Navîn, Ewropa û Latîn Emerîkayê hate amadekirin, ji sedî 95 ê zarokên têne xebitandin li qada çandiniyê têne karkirin.