Li DYE’yê germa zêde û şewatên daristana

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di dawiya hefteyê de germahî rekor şikand, li eyaleta Kalîforniyayê şewatên dijwar ên daristanan rû dan.

Li eyaleta Mrîposa, li xaniyên nêzî parka neteweyî ya Yosemîte, agirê bi navê “Oak Fire” li ser 3,800 hektar belav bû, li gorî Wezareta Parastina Daristan û Agir 10 xanî şewitîn û 5 xanî zirar dîtine.

Ji ber ku gelek rê hatin girtin biryara tehliyeyê hat dayîn. Li gorî heman çavkaniyê, zêdetirî 500 agirkuj bi agirên “gelekî dijwar” têdikoşin.

Rayedarên herêmê dan zanîn ku zêdeyî 6 hezar kes ji herêmê hatine derxistin.

Rayedaran ji Los Angeles Times re gotin ku dibe ku hefteyek bigire ku agir were kontrol kirin.

Di van rojên dawî de li rojavayê welêt şewatên awarte û tund li daristanan derketin. Zanyaran diyar dikin ku ev rewş ji ber germahiya global pêk tê.

Deverek di navbera Kalîforniya û rojavayê Oregon de ji dawiya hefteyê ve germahiya dijwar pêk tê.

Hat diyarkirin ku germahî bandorê li navend û bakurê rojhilat jî dike.

Germahiya hewayê li paytext Washîngtonê 38 pile hat pîvan, li New Yorkê jî germahiya hewayê gihîşt 35 pile.

Tê pêşbînîkirin ku germahî li hin deveran li rojava Utah û li başûr jî Arîzona bigihêje 43 pile.