Wêrankirina xwezaya Kurdistanê bi hinceta 'ewlekariyê' tê rewakirin

Li Kurdistanê wêrankirina daristanan bi serkêşiya hêzên çekdar ên dewletê dewam dike. Derya Akyol got, "Mîna xelkê wê, qirkirina cografya Kurdistanê jî rewa tê dîtin" û nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên 'parêzvanên xwezayê' da.

Pirsgirêka ekolojîk a li Kurdistanê bi polîtîkayên şer ên dewletê re di zikhev de de ye. 'Bendavên ewlekariyê' û şewata daristanan ku di rapora ÎSKÎ ya sala 2007'an eşkeere bû, di çarçoveya van polîtîkayan de pêk hatin. Birîna daran ku dema dawî zêde bû, bi serkêşiya leşker û cerdevanan tê kirin. Li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê zêdeyî 2 sal in bi hinceta 'ewlekariyê' di bin çavdêriya leşkeran de ji aliyê cerdevanan ve dar têne birîn. Li gel vê yekê li gundê Samosî yê navçeya Xozadê ya Dersimê bi kontrola leşkeran bi mehan e dar têne birîn. Her wiha destûr nayê dayin ku gundî biçin herêmê.

Herî dawî Baroya Şirnexê talan û wêrankirina daristanan ji rêxistina hawirdorê ya cîhanê Greenpeace re ragihand, lê belê bersiva 'ev yek ne qada me ye' wergirt. Vê bersivê jî nîşan da ku wêrankirina ekolojîk a li Kurdistanê çawa ji nedîtî ve tê.

Ji Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê Derya Akyol li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Li Kurdistanê talankirina xwezayê li gel armanca xwe ya rantê, sedema wê ya esasî polîtîkayên şerê taybet e."

Derya Akyol anî ziman ku armanca herî mezin a polîtîkayên şerê taybet jî koçkirin û asîmîlekirin e û got, "Gelê Kurdistanê ku li her cûre êrişên sîstemê rast hat, di têkoşîna dijî wêrankirina ekolojîk de jî zexteke giran dît."

Derya Akyol ragihand ku hişmendiya civaka ekolojîk li nava civaka Kurdistanê di asteke pêşketî de ye û wiha dewam kir, "Li dijî wêrankirina daristanan bi taybetî ya li Şirnexê, têkoşîn dewam dike. Berê jî ji bo Heskîfê bi heman rengî têkoşîn hate kirin. Li Kurdistanê wêrankirina xwezayê li dijî her qadên jiyanê ye. Di heman demê de êrîşek li ser jiyanê, çand û ziman e, lewma têkoşîn jî di vê çarçoveyê de tê kirin."

Derya Akyol bi dewamî got, "Li gorî qanûna daristanê birîna daran sûc e. Lê belê ji ber polîtîkayên şer ên bi hinceta 'ewlekariyê' tê rewakirin. Polîtîkaya bêcezahiştinê di halê hazir de weke sîstemekê dewam dike. Li gel vê yekê saziyên ku îdîa dikin ew parêzvanên xwezayê ne, li hemberî rewşa li Şirnexê bêdeng man. Mîna qirkirina gelê Kurdistanê her wiha qirkirina cografya Kurdistanê jî rewa tê dîtin.

Di vir de pêwîstî bi têkoşîneke civakî heye. Ji ber ku xisara li ekolojiyê tê kirin ne tenê herêmî ye, mijareke ku tevahiya cîhanê eleqedar dike."