Daxwaza ji bo berhemên çandî yên kevnarî kêm bûye

Elî Hacî Qadir ku ji salên heftêyî ve li bazara Silêmanî karê berhemên kevnarî yên çandî yên xemilandina malan dike, diyar kir ku daxwaza ji bo berhemên çandî kêm bûye.

Berhemên çandî yên resen û kevnar ku beşek mezin a xemla malan e niha di nava civakê de her diçe kêm dibe. Dema em li bazara Silêmanî digeriyan em rastî dikaneke ku berhemên resen ên kevnar ên Kurdewarî difirot hatin. Bala me kişand û me serdan kir, pir berhemên cihêreng û dîsa yên nû nava hev li ser hev hatibûn danîn.

Dikaneke biçûk bû, tije berhem bûn; wisa dixuya ku berhemên bi salan û li ser hev hatî komkirin û ji ber nebûna ciheke baş, hema wisa li ser hev hatibûn danîn.

Li ser mereqa û zêdetir naskirina van berheman me bi xwediyê dikanê re yê bi navê Elî Hacî Qadir ku temenê wî hebû re dest bi sohbetê kir. 

BERHEMÊN ÇANDA KEVNAR ÊN RESEN XEMLA MALAN DIFIROŞE

Dikandar Elî Hacî Qadir anî ziman ku navê dikana wî berê bi navê Pêşangeha Şilêr dest bi kar kiriye û weke pêşangehekê bû û got: “Ji sala 70’ê ve li vê derê dikandarî dikim. Li vir tiştên çandî yên kevnar ango kelepûrî difiroşim. Bi taybet berhemên nava malê dikirim û difiroşim.” 

‘XELKÊ HERÊMÊ BERÊ XWE NADE VAN BERHEMAN Û HETA JI BÎR KIRINE’

Qadir neretî û tengijîna xwe ya li ber qîmet nedana van berhemên çandî nîşan da û diyar kir ku demeke dirêj e, ev tişt niha nayên kirîn û firotin. Xelk berê xwe nade van berheman, heta kes navê wan jî nizane. Berhemên xemilandinê yên nava malan gel min heye. Car heye bi saetan li ber derê dikanê rûdinim, kes berê xwe nade dikanê; heyf mixabin kes silav jî nake. “

‘DEMA XWE GELEK KESÊN NAVDAR DIHATIN BERHEM JI VÊ DIKANÊ DIGIRT’

Dikandar Elî Hacî Qadir bal kişand ku berê xwastên gelê herêmê ji bo berheman hebûn û ev anî ziman: “Berê gelek xelkên Silêmanî dihatin gel min, tişt dikirîn. Bi taybet dayika Dr. Berhem Salih Rûnak Xan xudê rehma xwe lê bike dihate tişt dikirî ji gel min. Xelkê bajar piranî dihatin gel min tişt kevnar ên nava malê dikirîn. Keseke naskirî bûm.” 

Qadir bi dilek pir nerehet daxuyakirin ku niha kes berê xwe nade dikanê û bi hefteyan nikare berhemek bifiroşe.