Ji lehiya li Başûrê Sûdanê zêdeyê 900 hezar kes bi bandor bûn

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku zêdeyê 900 hezar kes ji lehiya li Başûrê Sûdanê bi bandor bûne.

Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya NY (OCHA) di daxuyaniya ku li ser rewşa Başûrê Sûdanê de da, diyar kir ku zêdeyê 900 hezar kes ji lehiyê bi bandor bûne. Li Sûdanê, ji sala 2011’an ku bûye bi serê xwe ta bi niha pevçûnên siyasî-etnîk diqewinin û tu îstiqrar nîn e.

Bi ser de 4 salên dawîn li ser hev lehî radibin. Lêhiya dawin li 9 eyaletan rabû. Li gor pêşbîniyên OCHA’yê ji ber lehiyên rabûne sewal mirine, zeviyên çandiniyê tune bûne, rê, pir, mal, dibistan û binesaziyên tendirustiyê xera bûne. Her wiha hat destnîşankirin ku ava bîran jî herimiye û ji ber qirêjbûna avê rîska nexweşiyê çêbûye.

Eyaleta ku ji lehiyê herî pir bi bandor bûye Ûnîty ye. Ji ber rabûna avê roja Pêncşemê li du deran bend teqiyane û xeteriya ku lehî li du kampên koçberan rabe çêbûye. Li eyaleta Berh El Xezel a Rojava, ji ber şiliya bişid pireke giring a ji bo rêya alîkariya lezgîn hatiye birîn.

Li gor Bankeya Cîhanê di sala 2018’an de ji sedî 80’yê xelkê Başûrê Sûdanê zêde xizan bûye.