NY: Dinya ber bi germbûna bi 2,6 pileyan ve diçe

Neteweyên Yekbûyî, di rapora ku beriya lûtkeya avhewayê weşand de, hişyarî kir ku bi sozên heyî germbûna kûreyî heta bi dawiya sedsalê dibe ku bigihîje 2,6 pileyan.

Beriya Lûtkeya CP27’an, NY’yê raporeke hişyarker a nû weşand. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres destnîşan kir ku hedefên têkildarê nêtariya karbonê ne bi çalakî bin tu qîmeta wan nîn e. Gûterres got: “Di hemû eniyan de me pêdivî bi çalakiyên ji bo avhewayê heye.“

Lê, li gor rapora Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP), dewlet sozên xwe bi cih naînin û rêgeha heyî, dinyayê ber bi germbûna bi 2,6 pileyan ve diçe.

Di Peymana Avhewayê ya Parîsê de, hat diyarkirin ku wê germbûna kûreyî, heke mimkûn be bi 1,5 pileyî sînordar bê hiştin. Ji bo ku germbûn bi 1,5 pileyî bê sînordarkirin li gor asta heyî divê emîsyonên karbonê ji sedî 45 bê kêmkirin.

Bi raporê rexne tê kirin ku hewildana girtina ber li germbûna kûreyî, kêm e.