Hêlîna pêkvejiyana olan: Deşta Nînovayê

Bawermendên cuda yên li Bartella, derbarê jiyan, rêzgirtina ji bawerî, pêkvejiyana aştiyane yên xelkê li herêmê anîn ziman û gotin, “Deşta Nînova hêlîna pêkvejiyana olan e.”

Ji dîrokê heya roja me yê îro xelkê navçeya Bartella ya Deşta Nînovayê bi hemû pêkhateyên xwe di nava aştî û aramiyê de ne. Bartella ya ku weke Iraqa biçûk tê dîtin, bi pêkhateyên xwe yên Êzidî, Mesîhî, Şebek, Sunnî, Şîa jiyanek hevpar ava kirine. Di nava xelkê herêmê de rêzgirtina ji bawerî, pêkvejiyana aştiyane û aramî weke prensîbek li pêş e. Bawermendên Bartellayê têkildarî ahengiya jiyana wan a hevpar ku ji dîrokê heya roja îro berdewam dike axivîn.

‘EM Ê VÊ ÇANDA KU CIVAK Û HEBÛNÊ XWEŞIK DIKE BIPARÊZ IN’

Bawermendê Misliman Şêx Haşim El-Hecî diyar kir ku wî tevahî jiyana xwe li nav Bartella bi pêkhateyên din re derbas kiriye û wiha got, “Pêkvejiyan diyariyek Xwedê ji bo me ye. Li Deşta Nînovayê gelek pêkhate mîna Êzidî, Şîeyî, Sunnî, Misliman û baweriyên din dijîn. Pêkvejiyan, rêzgirtin ji baweriyan re, çandeke ku dapîr û bapîrên me avakirine. Em ê vê çanda ku civakê û hebûnê xweşik dike biparêzin û berdewam bikin.”

‘ÇANDA DOSTANÎ Û WEKHEVIYÊ WÊ BIDOME’

Bawermendê Mesîhî Xûrî Avram Binyamîn anî ziman ku li deşta Nînovayê tekîliyên gel bi hev re bihêz e û got, “Bêyî ku ferq bikeve navbera baweriyan gel di nava ahengiyek xweşik de dijîn. Diçin serdana hev, nêrînê hev û du distînin û rêz digirin. Ji ber baweriya mirovan heya niha nakokiyek derneketiye di nava me de. Em ê çanda dostanî û wekheviyê bidomînin.”

‘TU HÊZ NIKARE BANDORÊ LI SER HEVGIRTINA CIVAKÊ BIKE’

Endamê Meclisa Dadwarî ya Hemdaniyê Seîd Silêman jî li ser pêkvejiyana komên olî  yên li deşta Nînova nêrîna xwe anî ziman û got, “Li gorî tevahî bajarên Iraqê, li vê herêmê herî zêdetir komên olî bi hev re dijîn. Em dikarin bêjin deşta Nînova ji aliyê pêkvejiyana aştiyane, Iraqa biçûk e. Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê herêmên me kirin ku vê jiyana hevpar xira bike. Lê piştî herêm hate rizgarkirin, ew pêkvejiyana li deşta Nînova her weke xwe berdewam kir û dostaniyeke bihêztir di nava hemû pêkhateyan de pêş ket. Hevgirtina civakî ewqas bihêze ku, tu aliyên siyasî nikarin bandorê li vê jiyanê bikin.”