Li Venezûelayê hezîna herî xerab a vê sedsalê

Dawiya hefteyê ya çûyî li Venezûelayê erd heziya, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. 50 kes winda ne. Hêviya dîtina bi zindî ya kesên winda hema bibêje nemaye.

Çar roj berê li bajarê Las Tejerîas ê li nava bakurê welêt dikeve, piştî şiliya bişid erd heziya. Li gor texmînan nêzîkê 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Heta bi niha cenazeyê 43 kesan hatiye dîtin. Serokê dewletê Nîcolas Madûro di VTV’yê daxuyanî da û da zanîn ku 56 kes winda ne û got: “Ji ber vê karesata xwezayî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.“

Las Tejerîas, bajarek ê li qûntarê çiya ye. Ji ber karesatê gelek mal û kargeh xera bûne. Çend hefteyên dawîn li Venezûelayê zêde şilî dibare.

Hezîna erdê ya li Las Tejerîasê wek karesata herî xerab a vê sedsalê ya li Venezûelayê hat nirxandin.