NY: Salên 2015-2022’yan salên herî germ ên heta niha ne

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî , hişyarî kir ku wê salên navbera 2015-2022’yan bibin salên herî germ ên heta niha hatine tomarkirin.

Li gor WMO’yê rewş ne baş e. Heke pêşbîniyên WMO’yê kirine bên piştrastkirin wê 8 salên navbera 2015’an û 2022’yan wek salên germ tomar bibin. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres jî bi peyama dîtbar a şand ji lûtkeya COP27’ê re û şîroveya “Gerstêrka me şaneyên xeteriyê dide“ kir.

Guterres destnîşan kir ku bi kronolojiya kaosa zanyariyê ya WMO’yê guherîna xeraker a bi lez û bez a li hemû parzemînan eşkere bûye û bang kir ku bi çalakiyên bi bandor û ewle bersiva vê guherînê bê dayîn. WMO, wê nirxandina xwe ya dawîn, sala 2023’yan eşkere bike. Hat diyarkirin ku germahiya navinc a serdema bi deh salan a navbera salên 2023-2022’yan tê payîn ku di ser 1,14 pileyî re be.

Bi Peymana Avhewayê ya Parîsê, sînordarkirina germbûna kûreyî bi +2 pileyan, heke mimkûn be +1,5 pileyî tê armanckirin.

Patronê WMO’yê Petterî Taalas, roja Yekşemiyê da xuyakirin ku tîrbûna CO2 ya li atmosferê pirê ku zêde ye, gihîştina hedefa bi 1,5 pileyî zehmet e.

Taalas her wiha bi lêv kir ku ji bo gelek perçeyên berf û qeşayê dereng e, tevî encamên xwe yên giring ji bo çavkaniyên avê hene, wê helîn bi sedsalan; dibe ku bi hezar salan dewam bike.