Li Bajarê Reimsê ji bo şehîdan bîranîn hate lidarxistin
Şêx Seîd û hevalên wî, Ali Haydar Kaytan, şehidên Madimakê û Zeynep Kinaci li Reîmsê hatin bibîr anîn.
Şêx Seîd û hevalên wî, Ali Haydar Kaytan, şehidên Madimakê û Zeynep Kinaci li Reîmsê hatin bibîr anîn.
Li bajarê Reims a Fransayê li Navenda Arîn Mîrkan a Civaka Kurd bernameya bîranîna şehîdan hat lidarxistin. Di bernamê de Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedaî pêk anî, Şehîdên 14’ê Tîrmehê yên Rojiya Mirinê ya Mezin, yek ji kadroyên damezrînerê PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) ku di 3’ê Tîrmeha 2018’an de şehîd bû, Şêx Seîd û 46 hevalên wî ku di 29’ê Hezîrana 1925’an de hate îdamkirin û her wiha kesên ku di 2’yê Tîrmeha 1993’an de komkujiya Madimakê hatin qetilkirin hatin bibîr anîn.
Bernameya bîranînê ku ji aliyê Komûna Jinan a Xwebûn û Navenda Arîn Mîrkan a Civaka Kurd ve hate lidar xistin.
Di bîranînê de nameya Şehîd Zîlan a ku li beriya çalakiyê nivîsandibû hate xwendin û li ser nîqaş hate meşandin. Beşdaran li ser girîngiya dîrokî ya jiyan û çalakiya Şehîd Zîlan, dilsoziya wê ya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê nirxandin kirin.
Ji Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Done Guzel jî di bernameyê de pêvajo nirxand bersiva pirsên beşdaran da.
Çalakî bi berzbûna dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.