Ber lê neyê girtin dibe ku 90 hezar Ewropayî ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest bidin!

Ajansa Jîngehê ya Ewropayê (EEA) hişyarî kir ku heke ji bo bergirtinê tiştek neyê kirin, heta sala 2100’î dibe ku her sal 90 hezar Ewropayî ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest bidin.

EEA’yê got: “Tidarek neyê kirin, heke germahiya kûreyî 3°C zêde bibe, dibe ku her sal 90 hezar Ewropayî ji ber pêlên germ ên hewayê jiyana xwe ji dest bidin.“ Li gor lêkolîneke sala 2020’î hat kirin, EEA’yê diyar kir ku bi germahiya bi 1,5C ya Peymana Avhewayê ya Parîsê ji xwe re kiriye armanc, salê dibe ku ne 90 hezar lê 30 hezar kes jiyana xwe ji dest bidin.

Li gor daneyan di navbera salên 1980 û 2020’î de 129 hezar kesan ji ber germahiyê jiyana xwe ji dest daye. Pêlên hewayê yên zêde germ, 30 salên pir zêde bûne.

Ajansa Jîngehê ya Ewropayê jî, bal kişand ser wê yekê ku ji ber pêlên hewayê yên germ ku zêde bûne, bi zêdebûyîna kal û pîrbûna mirovan û bajarîbûnê, bi taybetî li başûrê parzemînê Ewropayî li ber germahiya zêde ji parastinê bêpar dibin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Duşemê ji ber lûtkeya avhewayê COP 27 a li bajarê Şarm El Şêx ê Misrê, li ser mirina ji ber germahiya zêde li parzemîna Ewropayê, pêşbîniyek kir.

Midûrê Şaxê Ewropayê yê WHO’yê Hans Klûge bi daxuyaniyeke nivîskî got ku li gor daneyên neteweyî ku hatine weşandin, pêşbînî ew e ku ji ber germahiya zêde ya sala 2022’yan 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji xeynê zêdebûna germahiyê, bi guherîna hewayê re, çêbûna nexweşiyên mirov ji hev pê dikeve zêde dibe.