Dêra Sûrp Sarkîs li ber xwe dide

Dêra Sûrp Sarkîs a Ermenan li Sûra Amedê li ber xwe dide.

Yek ji nîşaneya ku desthilatdarî dixwaze li ser dîrok û çandê beton bike, herêma Sûrê ya Amedê ye.

Piştî serweriya Hûrrrî-Mîtaniyan bi dorê Asûr, Aramî, Ûrartû, Îskît, Med, Pers, Makedonya, Roma, Merwanî, Hamdanî, Selçûk û gelek şaristaniyên din li Amedê bûne serwer û di van deman de gelek îbadetxane ava kirine. Yek ji îbadetxaneya ku heta îroj hatiye, Dêra Sûrp Sarkîs ya 500 salî ye.

Ev dêra li Taxa Alî Paşayê di sedsala 16’an de hatiye avakirin û di dema Qetlîama Ermenan de kiribûn embara zad. Dêra Sûrp Sarkîs piştre jî kirin fabrîkeya çeltîkê. Dêr di nava salan de, hêdî hêdî hilweşiya. Gelek kevirên wê hatine dizîn û talankirin.

LI SÛRÊ LI BER XWE DIDE

Ev avahî bi navê Dêra Xizir Îlyas jî tê zanîn û li navçeya Sûrê li ber xwe dide. Hinek beşên dêrê hilweşiyane û di dîwarên wê de bi qasî ku mirovek tê re derbas bibe, qul tê de hatine vekirin. Gelek kevirên ku neqş an jî nivîs li ser wan hebû, hatine dizîn lê dêr li hemberî tekparêzî, qirkirina çandî û şer li ber xwe dide. Li Sûra Amedê ligel ku dewletê qirkirin pêk anî jî dêr li ser xwe ma.

QIRKIRIN DIDOME

Li Taxê gelek malên dîrokî hatine hilweşandin û ji bo bîra taxê bidin jibîrkirin avahiyên nû tên çêkirin. Êrîşên li ser çand û baweriya gelên Sûrê yên ku malên wan hatine hilweşandin û bi darê zorê ji Sûrê hatine sirgunkirin jî didome. Bi qedexeyên derketina derve re, 6 taxên Sûrê hatin hilweşandin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku mekanên bîrê yên pênc hezar salî hilweşandin û beton bera ser wê dan, dixwazin sûcê xwe yê li dijî mirovayetiyê veşêrin Gelekî eşkere ye ev talanker dixwazin bîra dîrokî û çandî qir bikin.