Li Iraqê Çemê Dîcle Zûha dibe: Sedem dewleta Tirk û hişkesalî ye!

Çemê Dîcleyê yê dîrokî ku li gorî baweriya Xiristiyan û Cihûyan Baxçeyê Edenê yê ku Adem û Hewa lê jiyane û şaristaniyên Sumer û Babîl av daye, ji ber hişkesaiyê û bendavên dewleta Tirk zuha dibe.

Li gorî nûçeya AFP’ê ji ber kar û xebatên mirovan û guherîna demsalan, Çemê Dîcle tune dike.

Li Mezopotamyayê ku mirovahî û şoreşa çandiniyê xwedî kiriye, ji ber kar û xebatên mirovan karesatên xwezayî zêde dibin.

Li Iraqê ya xwedî 42 milyon niştecih e, ji meha Nîsanê û vir ve germahiya hewayê neketiye bin 35 pileyan û bê navber bahozên tozê radibin.

Di Havînê de jî germahiya hewayê gihîşt 50 pileyan, bi qutbûna elektrîkê jî rojên pir germ derbas bûn.

Li ger hişkesalî, barîna kêm a baranê, germahiya zêde û bê daristanbûnê, Iraq li gorî NY’ê bûye yek ji 5 welatên ku di bin bandora germahiya cîhanî de maye.

Çemê Dîcle jî êdî mîna berê, baş naherike. Ji ber kêmbûna baranan û bendavên ku dewleta Tirk daniyî, ev çemê dîrokî zuha dibe.

Pîbo Hasa Dolmasa (41) jî diyar dike ku jiyana wan a li Fîşxabûrê girêdayî çemê Dîcle ye û wiha got, “Hemû karê me, çandiniya me pê ve girêdayî ye.”

Lê belê Dolmasa dibêje ev du-sê sal in ti tiştek baş derbas nabe û wiha pêde çû: “Av roj bi roj kêm dibe.”

Rayedarên Iraqî û cotkarên Kurd ji ber ku dewleta Tirk bi bendavên ku çêkirine avê digire ev rewş derketiye holê, bertek nîşan didin.

Bîlançoyên fermî vê yekê piştrast dikin: Asta ava Dîcleyê ku îsal ji Tirkiyê tê, di 100 salên borî de bi navgînî tenê ji sedî 35’ê rêjeya wê diherike Iraqê.

Bexda bi berdewamî daxwaz ji Enqerê dike ku avê berde. Lê belê di warê birêvebirina avê de pirsgirêkên cidî yên her du aliyan jî hene. Rant û talana li her du welatan hem xwezayê û hem jî jiyana hezaran salan wêran dike.

Li gorî hişyariya Banka Cîhanî ya di dawiya sala 2021’an de, zêdebûna germahiya hewayê bi pileyekê û ji sedî 10 kêmbûna baranê heta sala 2050’î wê bibe sedema kêmbûna ji sedî 20’ê ava şirîn a heyî. Di senaryoyek wiha de wê ji sê parên erdên avdaniyê parek bê av bimîne.

Di rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Adara 2022’an de hat weşandin, hat diyarkirin ku li 10 eyaletên navend û başûrê welat ji ber şert û mercên avhewayê zêdetirî 3 hezar û 300 malbat neçar mane koç bikin. Rêxistina Koçê got: “Koçberiya ji ber avhewayê niha li Iraqê rastiyek e.”