Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

YE, dev ji bikaranîna wesayîtên bi motorên termîk berdide

Parlamenterên Ewropayê û dewletên endamên YE’yê, ji bo nefirotina wesayîtên termîk, li hev kirin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo kêmkirina emîsyona gaza serayan û gihîştina hedefa xwe ya nêtariya karbonê, biryar da ku heta bi sala 2035’an dawiyê li firotina wesayîtên bi motorên termîk bîne.

Biryar, ji ber pêşniyazeke Ewropayê ya Tîrmeha sala 2021’î ya ji bo qedandina emîsyona CO2 ku ji ber wesayîtên nû yên li Ewropayê diqewime, hat dayîn. Anku wê bi tenê wesayîtên bi elektrîk bên firotin.

Endustriya otomotîvê ku Ewropa bi piranî ji bo çûyîn û hatinê bi kar tîne, ji sedî 15’ê emîsyona CO2 ya li Ewropayê pêk tîne.

Di daxuyaniya ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hat dayîn de, wiha hat gotin: “Bi vê mijara nû, wê sektora birin û anînê bêhtir domdar bibe. Wê kalîteya hewayê ji bo Ewropayiyan baştir bibe û bibe hîmekê sereke di Peymana Kesk de.“