Li Şêrawayê dema çinîna zeytûnan e

Şêniyên gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dest bi çinîna zeytûnan kirin. Li gel bombardûmana dewleta Tirk a dagirker, bi biryardarî xwedî li cih û warê xwe derdikevin.

Efrîn bi zeytûnên xwe, zeytûn jî bi Efrînê navdar in. Li herêma Efrînê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku piraniya wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, dema çinîna zeytûnan e.

Li Efrînê ku bi milyonan darên zeytûnê hene û çavkaniya esasî ya debara herêmê ye, piştî ku herêm ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin bi sed hezaran ji darên zeytûnê hatin birîn.

Hin gundên Efrînê azad in û çanda zeytûnê lê dewam dike. Yek ji van gundan jî gundê Ziyaretê yê li navçeya Şêrawayê ye ku li ser sînorê Nibûl û Zehraa ye.

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete rojane bombardûmanê li vî gundî dike. Lê gundî bi biryardarî li ber xwe didin û li warê xwe jiyana xwe dewam dike.

Li gundê Ziyaretê yê Şêrawayê niha dema çinîna zeytûnan e. Gundiyên Ziyaretê li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn. Ji gundiyan Îbrahîm Xelîl diyar kir ku dema çinîna zeytûnan di nîvê meha Cotmehê de destpê dike û got, "Xelkê herêmê wê demê zeytûnên xwe diçinînin."

Îbrahîm Xelîl qala şêweyê çinîna zeytûnan kir û anî ziman ku ji bo zerar li guliyên daran nebin ew bi hesasiyeteke mezin dadiweşînin û zeytûnan bi vî rengî diçinin.

Xezalê Mihemed jî bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk beriya 5 salan ketin nava zeviyên wan, gundê wan dagir kiribûn û anî ziman ku beriya 2 salan herêm ji aliyê hêzên YPG, YPJ'ê ve hate rizgarkirin.

Xezalê Mihemed diyar kir ku ji hingî ve li warê xwe ne, di nava zeytûnên xwe de ne.

Xezalê Mihemed got, 3 roj in wan dest bi çinîna zeytûnan kirine.