Îngilistan tasên ser ên ji dema mêtingeriyê mane wê bide

Muzeya Dîroka Xwezayê ya Londonê û Zanîngeha Cambrîdgeyê diyar kirin ku ew amade ne tasên ser ên rêberên serhildanên dema mêtingeriyê ji Zîmbabweyê anîne, bidin Zîmbabweyê.

Zîmbabweyî, li tasên ser ên qehremanên xwe yên li dijî mêtîngeriya sedsala 19’emîn ku bi ya wan dibe ku li Îngilistanê bin, digerin.

Rayedarên li Zîmbabweyî demeke dirêj e ku jê bi şik in ku tasên ser ên hin rêberên serhildanên salên 1890’yî yên li dijî Îngiliz, wek xenîmet biribin Îngilistanê.

Muzeya Dîroka Xwezayê, bi lêkolîna di arşîva xwe de kir, 11 bermayiyên Zîmbabweyê dîtin.

Li gor hikûmeta Zîmbabweyê, tasên ser ên qehremanên welêt bi awayek ketina nav arşîvên muzeya Îngiliz.