Copernîcûs: Cotmeha sala 2022’yan li Ewropayê bû meha herî germ

Servîsa Ewropayê Copernîcûs ku çavderiya guherîna avhewayê dike, ragihand ku Cotmeha sala 2022’yan bûye meha herî germ a li Ewropayê.

Copernîcûs bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku germahiva navinc 2 pile bi ser ya salên 1991-2020’î ketiye.

ÇALAKIYÊN BIBANDOR DIVÊN 

Alîkara Midûrê Copernîcûsê Samantha Bûrgess, got: “Encamên cidî yên guherîna avhewayê êdî eşkere ne û ji bo sabîtkirina hedefa 1,5 pîleyî ya bi peymana Parîsê hatiye diyarkirin, ji bo kêmkirina emîsyonan li COP27’ê hewcedarî bi çalakiyeke biîdia heye.“

Li gor Copernîcûsê, pêleke hewayê ya germ bûye sedem li Rojavayê Ewropayê hewa ewqas germ bibe û Cotmehê li Awûstûrya, Swîsre û Îtalya, Fransa û Spanyayê hewa tu car ewqas germ nebûye.“

CIHÊ HERÎ ZÛ GERM DIBE PARZEMÎNA EWROPAYÊ YE

Li gor pêşbîniyên meteorolojiyê cihê herî zû germ dibe parzemîna Ewropayê ye. Di nav 30 salên dawîn de zêdeyê du qatên navinca gerstêrkê Ewropa germ bûye.

Li gor Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê û Copernîcûsê li parzemîna Ewropayê ji her deh salan +0,5 pile cîhan germ bûye.