BI DÎMEN

Şervanê enternasyonalîst Dilsoz Bahar li ser gora xwe hat bibîranîn

Şervanê YPG’ê yê enternasyonalîst Dilsoz Bahar di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şervanê enternasyonalîst ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Dilsoz Bahar (Kevin Joachim) yê di 6’ê Tîrmeha 2015‘an de di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bibû, bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbatên enternasyonalîstan, dayika şervanê YPG’ê yê ji Kanadayê Gabar Rojava (John Robert Gallagher), Valerie Carder, dayika şervanê YPG’ê yê ji Awûstûryayê Bagok Serhed (Reece Harding), Michele Harding, dayika şervana YPG’ê ya ji Arjantînê Legerîn Çiya (Alina Sanchez), Patricia Gregorini, birayê gerîlayê HPG’ê Azad Serger (Thomas Spiess), pîra şervanê YPG’ê Dilsoz Bahar (Kevin Joachim) û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Di bîranînê de enternasyonalîst û Kurdistaniyan bi stranên Kurdî û Elmanî şehîd Dilsoz Bahar bibîranîn.

Di bîranînê de axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser piştevanî, rol û têkoşîna enternasyonalîstan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.