Ji Çemê Zîlanê êdî jehr diherike

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlan Mîr Bahattîn Demîr got, ji ber HES, ocaxên mermer û madenê yên li ser Çemê Zîlanê, metalên bi jehr ji çem diherikin.

Li Geliyê Zîlanê yê li navçeya Erdîşê ya Wanê, Santralên Hîdroelektrîk (HES), ocaxên mermer û madenê yên li ser Çemê Zîlanê hatine çêkirin, jiyana xwezayî dikujin.

Zîlan ji bo gelê Kurd herêmeke girîng e. Sala 1930'î bi hezaran Kurd lê hatin qetilkirin. Her tim bû hedefa dewletê. Piştî komkujiyê gund hatin valakirin û xwestin herêm ji mirovan bê xalîkirin. Dewletê piştre çîfltîk li herêmê ava kir û bi salan zeviyên şêniyan bi kar anî. Salên 1980'î ji bo nifûsa herêmê biguherîne Kirgiz bi cih kir. Di vê demê de jî bi rêya HES, bendav û ocaxên madenê dixwaze hiş û bîra herêmê tune bike. Çemê Zîlanê ku wextekê ava wê gelekî zelal û paqij bû, êdî mîna heriyê, çok jê diherike. Ji ber bendav û HES ên li ser Çemê Zîlanê, beşeke mezin a gelî ziwa bûye. Ji ber ziwabûnê, kêmbûn û jehrîbûna avê, bi hezaran zindiyên li qadê tune bûn.

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê Mîr Bahattîn Demîr diyar kir ku pirsgirêkeke giran a ekosîstemê heye ku bi gotinan nikare bê vegotin. Demîr got, "Yek ji sedemên ku rê li ber qirkirina eko vekir ew e ku ji Çemê Zîlanê ji ber ocaxên maden û mermerê metalên giran diherike. Sedema duyemîn a mezin jî ew e ku li herêma Zîlanê ya bêxwedî maye, li dehan gundên wê ava genî diherike."

MASÎ BI KOMÎ DIMIRIN

Demîr her wiha bal kişand ser kiryarên Midûriyeta Herêmê ya DSÎ ku rewşa xwezayî ya çem diguherîne û got, "Bendava Koçkopru ya beriya niha li ser Geliyê Zîlanê hatibû çêkirin, her wiha ji ber HES a li heman qadê kalîteya avê xera bû, asta oksîjenê kêm bû û di encamê de jî di nava avê de teqîna alg pêk hat. Bi hewldanên taybet me analîz li ser avê kir û encamên metirsîdar ji rayedaran re ragihand, lê belê bêencam man. Ji ber vê yekê jî masî bi rengekî komî dimirin. Di encama karên flora û faûna ya zanistî ku li Zîlanê hate kirin (Zanîngeha Enqereyê) eşkere bû ku 430 cûreyên nebat hene ku hin ji wan tenê yên li wê herêmê ne."