Şahidên Komkujiya Madimakê li Berlînê bi meşekê hatin bibîranîn

Li Berlînê bi boneya 32'emîn salvegera Komujiya Madimakê meşek hat lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê bi boneya 32’yemîn salvegera Komkujiya Madimakê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Cemxaneya-Civaka Elewî ya Berlînê hate organîzekirin û endamên Meclîsa Jinê ya Dest Dan-Hêvî, Nav Berlîn, YJAD-Berlîn, TÎP, DIDF û Yekîtiya Berlînê ya CHP’ê tevlî bûn.

Kurd û Tirkên ku li qada Hermannplatzê li hev civiyan, heta qada Oranienplatzê meşiyan. Piştre li ser navê Saziya Baweriyê ya Cemxaneya Berlînê Hasan Eker bi xwndina gulbangê vekirinê kir.

Piştre daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî 32 sal bi ser bûyera di 2’ê Tîrmeha 1993’an de çêbû û wekî “Komkujiya Madimakê” derbasî dîrokê bû, derbas bû jî di bîra civakê de bi êşên kûr cihê xwe diparêze.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 33 rewşenbîr û 2 xebatkarên hotelê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û wiha hate gotin: “Heta ku edalet pêk were, em ê vê êşê ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.”

Hevserokê Die Linke ya Berlînê Kerstin Wolter jî axivî. Wolter diyar kir ku Komkujiya Madikamkê ne tenê bûyereke trajîk e, ev komkujî li pêş çavê dewletê ve hate kirin û got: "Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de 33 hunermend, rewşenbîr û Elewî bi saxî hatin şewitandin. Ev ne qeza ye. Li Tirkiyeyê hîna hewl tê dayîn wiha were nîşandan. Lê ev komkujî bû. Hem jî bi plankirî bû. Sêwas hişyariyek e, Sêwas berpirsyariyek e. Dîvê Sêwas êdî neyê dubarekirin.”

Ji nûnerên DEM Partî ya Elmanyayê Sibel Yîgîtalp jî destnîşan kir ku kesên ku di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane, nirxê hevpar a gelan in û got: “Erkê me ye ku em li hemberî vê zilmê rawestin. Di şert û mercên şerê giran ên li Rojhilata Navîn de, heta ku Kurd, Tirk, Elewî, jin û mirovên ji baweriyên cuda bi hev re tevnegerin, wê ev zilm bidome. Lê eger em bi hev re bin, em dikarin vê zilmê rawestînin. Îro qeyûmên ku li CHP’ê hatine tayînkirin, hewleke parçekirina Kurdan û derdorên demokratîk e. Em ê li gel hev li dijî vê rawestin. Em ê bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’dawî li vê zilmê bînin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.