Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana CHP’ê û bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re çûn serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP). Cîgirên Hevserokên Giştî Ozlem Zengîn û Mahfûz Guleryuz û endamê MYK’ê Emîralî Turkmen jî di şandeyê de cih girtin.
Şandeya DEM Partiyê li ber deriyê navenda giştî ji hêla Ensar Aytekîn ve hate pêşwazîkirin. DEM Partiyî û CHP’î piştre bi hev re derbasî qata ku dê civîn lê were lidarxistin bûn. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel şande li vir pêşwazî kir.
Di civînê de dê têkildarî operasyona li dijî şaredariyên CHP’î were axaftin.
Tê payin ku piştî civînê daxuyaniyeke hevpar were dayin.