Ji ber hişkesaliyê li Kenyayê bi sedan heywan mirin

Li Kenyayê 200 fîl, 512 antîlop, bi sedan heywan ji ber hişkesaliyê mirin.

Wezîrê Tûrîzmê bi daxuyaniya ku da û ragihand ku di navbera meha Sibatê û Cotmehê de zêdeyê 200 fîl ji ber hişkesaliyê li Kenyayê mirine.

40 salên dawîn hişkesalî li Kenyayê zêde bûye. Li gor rayedaran qet nebe 4 milyon kes ji hişkesaliya li welêt bi bandor bûne.

Tu demsalê baran têr nabare. Ji salên 1980’î ta bi niha hişkesalî sal bi sal zêde dibe.

Wezîr Penînah Malonzo, li Naîrobiyê bi çapemeniyê re li hev civiya û got: “Ji xeynê hişkesalî û kêmaviyê, qedîna dexil û dan, bi raybetî bû sedema mirina curên giyaxwur.“

Li gor daneyên wezîrê Tûrîzmê ji ber kêmaviya li seranserê welêt di navbera meha Sibatê û Cotmehê de 205 fîl, 512 antîlop, 381 zebra, 12 zurafe û 51 gamêş mirine.

Wezîr da zanîn ku ji bo derxistina serî bi hişkesaliyê re, rayedaran bi taybetî ji bo curên bi bandor dibin tidarekên xwe kirine.

Ji ber hişkesaliya li welêt, gelek rûbar û bîr zuha bûne, mêrg hişk bûne. Ji ber van egeran, bi tenê li Kenyayê mîlyon û nîv heywan mirine.